STENBOL - Dayikên Şemiyê aqûbeta serokê HADEP’ê yê navçeyê Serdar Taniş û rêveberê navçeyê Ebubekir Denîz ên di bin çavan de hatin windakirin pirsîn.
Dayikên/Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û ji bo darizandina faîlan, her hefteyê li Qada Galatasarayê tên ba hev û vê hefteyê jî çalakiya xwe domandin. Di hefteya 1035’an a çalakiyê de, aqûbeta serokê berê yê HADEP’ê yê navçeyê Serdar Taniş û rêveberê navçeyê Ebubekir Denîz hate pirsîn. Di sala 2001’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê gazî her du rêveberan hat kirin ku biçin qereqolê, piştî çûn qereqolê êdî agahî ji her duyan nehat girtin.
Ji Mirovên Şemiyê Sebla Arcan daxuyaniya ji bo çapemeniyê xwend û got: “Jiyaneke di nava aştiyê de û bi rûmet, mafê me hemûyan e. Jiyaneke azad, wekhev û adil mafê me hemûyan e.”
Sebla Arcan çîroka windakirina siyasetmedarên Kurd Serdar Taniş û Ebubekir Denîz, vegot.