NAVENDA NÛÇEYAN - Kolberek kurd yê xelkê bajarê Baneyê ye, di encama êrişa hêzên Îranê de bi giranî birîndar bû.
Li gorî nûçeya Kolbernewsê, di 23’yê mehê de kolberê kurd yê bi navê Cemal Ezîzî (45) yê xelkê bajarê Baneyê, li sînorê Bane di encama êrişa hêzên Îranê de birîndar bûye.
Çavkaniyê ragihand ku ji ber giraniya birînê, Cemal Ezîzî rakirin nexweşxaneya bajarê Seqizê.