NAVENDA NÛÇEYAN - Hamasê 4 leşkerên din ên îsraîlî radestî Xaça Sor kir.
Li Xezeyê di dora destpêkê ya peyman-agirbesta navbera Îsraîl û Hamasê de, cara duyem dîlgirtî tên berdan.
Hamasê 4 leşkerên jin ên îsraîlî, radestî Xaça Sor kir. Konvoya Xaça Sor piştî wergirtina dîlgirtiyan, ji Qada Filistînê derket.
Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) got: “4 leşkerên vegeriyane, Daniela Gilboa, Liri Elbag, Naama Levy û Karina Ariev bi hêzên IDF û Shin Bet re sînor derbas kirin û ketin xaka Îsraîlê.”
Tê payîn ku îro Îsraîl 200 girtiyên filistînî ji girtîgehên xwe berde. Hamasê lîsteyek weşand ku navên van 200 filistîniyan têde cih digirin.