NAVENDA NÛÇEYAN – Di çalakiyên vê hefteyê yên xizmên windayan de wiha hat bangkirin: “Divê dewlet bi sûcên ku kiriye re hevrû bibe.”
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan çalakiya xwe ya vê hefteyê li Amed, Êlih û navçeya Geverê ya Colemêrgê bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" pêk anîn.
AMED
Li Amedê ÎHD û xizmên windayan di hefteya 833’yan de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya navçeya Rêzana Amedê hatin cem hev. Tevî xizmên windayan, Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya û rêveberên DEM Partiyê amade bûn. Di çalakiya ku pankartên wêneyên windayan hatin hilgirtin de, aqûbeta Serokê Navçeyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HADEP) Serdar Taniş û rêveberê partiyê Ebubekir Denîz ên hatin windakirin hat pirsîn.
Di çalakiyê de çîroka Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz ji aliyê endama komîsyona windayan Berfîn Elçî ve hat xwendin.
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
ÊLIH
Di hefteya 669’an de Xizmên Windayan û endamên ÎHD’ê yên Êlihê li pêşberî Mafên Mafên Mirovan a li ser Kolana Gulistan Êlihê kom bû. Wêneyên windahiyan hatin hildan. OHD, MEBYA-DER û xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn.
Di çalakiya îro de çîroka Serdar Tanis û Ebubekîr Denîz hat xwendin û ji bo wan edalet hat xwestin.
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
COLEMÊRG
Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê û xizmên windayan di hefteya 159'an de li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Zekî Dogan ê di 7'ê Hezîrana 1994'an de di girtîgehê de hat windakirin pirsî. Metna çapemeniyê ji aliyê endama Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê Eren Baskin ve hate xwendin.
Eren Baskin, diyar kir ku divê der barê windakirina Mehmet Zekî Dogan de lêpirsîneke bi bandor bê destpêkirin û wiha got: “Divê astengiyên li pêşiya mafê malbata Dogan a gihandina heqîqet û edaletê bên rakirin.”