SÊRT - Çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm li pêşiya Şaredariya Sêrtê hatiye destpêkirin didome.
Çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm li pêşiya Şaredariya Sêrtê hatiye destpêkirin, di roja duyemîn de berdewam e. Girseya li pêşiya şaredariyê hatiye gel hev gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.
Girseya li pêşiya avahiya DEM Partiyê hate gel hev, ber bi avahiya şaredariyê ve meş lidar xist. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Polîsan xwest girseyê asteng bikin. Lê bi berxwedana gel re neçar man ku bariyerên xwe rakin. Girseya ku bi dirûşm û tililiyan qeyûm protesto kir, heta demekî dirêj sirûda “Herne Pêş” got.
Berxwedana gel didome.