WAN - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kir.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê, li dijî êrîşên li ser sivîl û xebatkarên tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li kolana hunerê daxuyaniyek da. Gelek pêkhateyên platformê tevli daxuyaniyê bûn û pankarta ‘êrîşên li ser sivîl, xebatkarên tenduristiyê û ambulansan sûcê mirovahiyê ye’ vekirin û dirûşmeyên ‘şer rawestînin, sivîlan biparêzin’ hatin berzkirin.
Li ser navê platrormê Hevseroka Sendîka Kedkarên Tenduristiyê (SES) a Wanê Fîgen Çolakoglu daxuyanî xwend.
Fîgen Çolakoglûyê da zanîn ku li herêma Tişrînê hedefgirtina sivîlan û xebatkarên tenduristiyê binpêkirina hiqûqiyê ye û got: “Di êrişa 28’ê Çilede ya Tirkiyeyê ya li Sirrînê de 6 sivîl hatin qetilkirin û gelek kes birîndar bûn. Dîsa rojên borî de di êrîşa SÎHA’yên aydê Tirkiyeyê de sivîl hedef hatine girtin û sê xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane, sê heb birîndar bûne. Her wiha li 5 ambulansan xistine û du heb hatine asta nikarin bên bikaranîn.”
Fîngen Çolakoglûyê da xuyaikrin ji êrîşên 8’ê Çile heta niha 27 sivîlî jiyana xwe ji dest dane bi sedan birîndar bûne û daxuyakirin ku ev binpêkirina mafê mirovan a hiqûqa navneteweyî û mirovahiyê ye. Fîngen Çolakoglûyê da zanîn ku ew bêdengya li dijî êrîşên li ser sivîlan şermezar dikin û wiha got: “Êrişên li hember Xezeyê sûc tên dîtin lê li Tişrînê li dijî êrişan bêdengî heye. Em bêdengiyê şermezar dikin. Xebatkarên tenduristiyê divê bên parastin. Em wek platform bang dikin, divê êriş bên rawestandin û hesab bêpirsîn.”
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.