AMED - Danişîna doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hate taloqkirin.
Danişîna 7’emîn a doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” tê darizandin, li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Zeydan û parêzerên wî hincet nîşan dan û beşdarî danişînê nebûn.
Dozger, xwest Zeydan were cezakirin. Dadgehê jî hincet qebûl kir û danişîna dozê taloqî 11’ê Sibatê kir.