AMED - OHD’ê têkildarî 9 şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin rapor amade kir û da zanîn ku mafê bijartin û hilbijartinê yê milyonek û 777 hezar û 120 kesan hatiye binpêkirin.
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) têkildarî 9 şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin raporek amade kir û li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal parve kir. OHD’ê di daxuyaniyê de got: “Qeyûm, binpêkirina mafên mirovan e. Divê tavilê dawî li van sepanên nehiqûqî, ne adilane û yên xespkar berdin ku îradeya gel xesp dikin.”
Rapor, ji 4 beşan û ji 168 rûpelan pêk tê. Di beşa ewil de pêvajoya têkildarî amadekirina raporê, di beşa duyemîn de sepana qeyûm tê ravekirin, di ya sêyemîn de pêvajoya piştî tayînkirina qeyûman û di beşa çaremîn de jî encam û pêşniyar hatine destnîşankirin.
Di raporê de hate gotin ku sepana qeyûm di 3’yê Hezîrana 2024’an bi tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dest pê kir û piştre jî bi Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, şaredariyên Êlih, Xelfetî ya Rihayê, Dêrsim, Pulur a Dêrsimê, Miks a Wanê û Akdenîz a Mêrsînê hatiye domandin. Hat diyarkirin ku wezaretê ji bo tayînkirina qeyûm a li her 9 şaredariyan, gotina “Weke tevdîreke demkî” bi kar aniye.
Di raporê de hat bibîrxistin ku di dema Rewşa Awarte (OHAL) ku piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmeha 2016’an hate ragihandin, bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) a bi hejmara 674’an re, di rêveberiyên herêmî de guhertin hatin kirin û sepana “qeyûm” ketiye meriyetê. Di raporê de hate destnîşankirin ku 65 hevşaredarên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên di hilbijartina rêveberiyên herêmî yên sala 2014’an de hatin hilbijartin ji peywirê hatine dûrxistin, di sala 2019’an de ji 65 şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li 48’an qeyûm hatine tayînkirin.
MAFÊ MILYONEK Û 777 HEZAR KESAN HATE BINPÊKIRIN
Bi domdarî hate gotin ku wezareta karên hundir cara sêyemîn li şaredariyên Colemêrg, Êlih û Mêrdînê qeyûm tayîn kiriye, li şaredariyên Dêrsim, Miks, Xelfetî, Pulur û Akdenîzê cara duyemîn û li Şaredariya Esenyurtê jî cara ewil qeyûm hatiye tayînkirin. OHD’ê, diyar kir ku ji bo her 9 şaredariyên qeyûm lê hatiye tayînkirin jî Komîsyonên Hiqûqê yên DEM Partî û CHP’ê bi daxwaza “sekinandina cîbicîkirina biryarê” doz vekirine.
Di berdewamê de hate gotin ku bi tayînkirina qeyûm a li 9 şaredariyan re mafê “bijartin û hilbijartinê” yê milyonek û 777 hezar û 120 hilbijêran hatiye binpêkirin û wiha hate gotin: “Bi tayînkirina qeyûman re bi giştî 244 encumen ji peywirê hatine girtin. Şaredariyên Xelfetî, Êlih, Mêrdîn, Colemêrg û Miksê ji serdema berê bi giştî derdora 8 milyar û 700 Milyon TL deyn hiştin. DEM Partiyê da zanîn ku rêveberiyên qeyûm ên 6 bajar û 15 navçeyan ji wan re bi giştî 24 milyar û 727 milyon û 168 hezar û 932 TL deyn hiştine.”
Hat destnîşankirin ku li bajarên qeyûm lê hatine tayînkirin her wiha walîtiyan qedexeya “çalakî û xwepêşandanan” jî ragihandin û wiha hate gotin: “Li gelek bajaran mudaxileyî çalakiyan hate kirin, di mudaxileyan de polîsan gaza îsotê, guleyên plastîk û ava şid bikaranîn û welatî ji pişt ve destkelemçe kirin.”
BÎLANÇOYA GIRTIN Û BINÇAVKIRINAN
Di berdewama raporê de daneyên girtin û binçavkirinan jî wiha hate parvekirin: “Li gorî daneyên ber destê me; di mudaxileyan de li Êlihê 219 kes hatin binçavkirin. Ji van ji bo 115’an kontrola edlî (Ji bo 5’an hefsa malê) hate dayin. Li Xelfetiyê ji kesên tev li çalakiyan bûn 27 jê hatin binçavkirin. Yek jê zarok bi giştî 12 kes hatin girtin. 15 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Li Mêrdînê 41 kes hatin binçavkirin. 9 kes hatin girtin û 20 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Li Dêrsimê 29 kes hatin binçavkirin. Ji van 11 jê hatin girtin û 15 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Li Colemêrgê ji ber protestoyan 26 kes hatin binçavkirin. Li Akdenîzê jî hevşaredar jî di nav de 5 kes hatin girtin. Di protestoyan de 40 kes hatin binçavkirin û 17 jê bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Ji ber lêpirsîn, parvekirinên ser medyaya dijîtal û meş û çalakiyên li Stenbolê jî 25 kes hatin binçavkirin û 17 jê hatin girtin.”