AMED - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ji îdiaya “çûye herêma qedexe” tê darizandin. Ev îdia, bi rapora kesê pispor vala hate derxistin. Di raporê de wiha hate gotin: “Zeydan, 13,6 km’an dûrî cihê herêma qedexe bû.”
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan, di çarçoveya operasyona 4’ê Mijdara 2016’an a li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hate girtin û parêzbendiya wî hate rakirin. Zeydan ku di sala 2015’an de li dijî pevçûnan beşdarî çalakiya mertalên zindî ya li navçeya Gever a Colemêrgê bûbû, der heqê wî de bi sedema ku di çarçoveya çalakiyê de “çûye herêma qedexe” bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” û ji ber axaftineke xwe de gotibû “PKK dê we di tifika xwe de bixeniqîne” bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz lê hatibû vekirin. Danişîna dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Dadgehê, bi heman îdiayan 3 sal û mehek û 15 roj cezayê hefsê da. 16’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind jî di 26’ê Gulana 2021’ê de cezayê 3 sal û mehek û 15 rojan ku bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” hatibû dayin, erê kir. Dadgeha Bilind, ji bo cezayê hefsê yê 5 salan ku bi îdiaya “çûye herêma qedexe” hatibû dayin jî got ku ji bo tespîtkirina vê îdiayê keşf û lêkolîn nehatiye kirin û bi vê sedemê biryar betal kir.
Dadgeha herêmî bi tiştî 8 sal û mehek û 15 roj cezayê hefsê dabû û Zeydan 5 sal û 2 mehan di girtîgehê de mabû. Zeydan, di 6’ê Çileya 2022’yê de jî hatibû berdan.
'13 KM’AN DÛRÎ HERÊMA QEDEXE YE’
Piştî betalkirina biryarê, 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê jinûve dest bi darizandina Zeydan kir. Di çarçoveya biryara betalkirinê ya Dadgeha Bilind û li ser daxwaza parêzeran, ji bo were tespîtkirin ka Zeydan çûye “herêma qedexe” yan na biryara keşfê hate dayin. 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Geverê pispor peywirdar kir û kesê pispor rapora xwe di 7’ê Çileyê de temam kir. Lê belê rapor di 16’ê Çileyê de li dosyayê hate zêdekirin. Di raporê de kesê pispor got ku îdiaya “Zeydan çûye herêma qedexe” rast nîne. Di raporê de hate diyarkirin ku Zeydan 13 km û 600 metreyan ji cihê “herêma qedexe” dûr e. Lê tevî vê raporê jî dozgerî xwest ku Zeydan ji ber îdiaya “bi zanebûn û bi dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” were cezakirin û mutalaa di vê çarçoveyê de amade kir.
Di raporê de hate gotin ku navbera Qereqola Kamişliyê ku Zeydan lê hatibû rawestandin û herêma Veregozê ya qedexe hatiye pîvandin, dîmenên fezayê hatine lêkolînkirin, krokî, zemîn hatiye nirxandin. Di raporê de hate gotin ku li gorî hesabên hatine kirin, di navbera cihê Zeydan lê hatiye rawestandin û herêma qedexe de 13 km û 600 metre ferq heye. Her wiha hate gotin ku di navbera destpêka herêma qedexe û nava herêma Veregozê de jî biqasî 21 km navber heye.
'DI BIN KONTROLÊ RE DERBAS DIBIN’
Her wiha di raporê de hate gotin ku hatin û çûnên li noqteya leşkerî di bin kontrola leşkeran de ye û cih da çavdêriyên şandeya keşfê. Di dawiya raporê de jî pispor wiha got: “ (…) di navbera cihê bersûc lê hatiye sekinandin û destpêka herêma qedexe de 13,6 km navber heye. Di navbera destpêka herêma qedexe û nava Veregozê de jî 2,1 km navber heye. Dema mirov aliyê topografîk û kontrola leşkeran jî dide ber çavan, ez gihiştim wê qenaetê ku nekariye biçe herêma qedexe.”
MA/ Rûkiye Payîz Adiguzel