Amed xwe ji bo mitînga ‘Aştî û azadiyê’ amade dike

img
AMED - Hevserokên DBP û DEM Partiyê yên Amedê ji bo mitînga “Aştî û azadiyê” ku dê di 8’ê Sibatê de were lidarxistin banga tevlibûnê kirin û gotin: “Li dijî zextan divê gelê me di 8’ê Sibatê de dengê xwe bilind bike.” 
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di 8’ê Sibatê de li Qada Stasyonê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê bi dirûşma “Ji bo aştiyê azadî” dê mitînga “Aştî û azadiyê” li dar bixe. 
 
Hevserokên DBP û DEM Partiyê yên Amedê banga tevlibûna mitîngê kirin. 
 
‘DIVÊ JIN BI TILILIYÊN XWE LI QADÊ BIN’ 
 
 
Hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray diyar kir ku gelê Kurd bi salaye peyama aştiyê dide û wiha got: “Divê ev pergala ku mafên tu kesî nas nake biguhere. Ji bo pergaleke demokratîk em ê li Qada Stasyonê bin. Lewma ev mitîng girîng e. Bi birêz Abdullah Ocalan re çendek hevdîtin hatin kirin lê navek li vê pêvajoyê nehat krin. Em jî dibêjin ku em ê di roja mitîngê de bên gel hev û biqîrin ku navê pêvajoyê bibe aştî. Ev 100 sal in pergal polîtîkaya tunekirina Kurdan dimeşîne. Lê nekarîn bi ser kevin. Em dixwazin hemû gel azad bijîn. Di şer de herî zêde jin êşê dikişînin û herî zêde ew ji bo aştiyê têdikoşin. Divê jin pêşengtiya mitîngê bikin. Divê jin bi tililî, govend, bi kiras û fîstanên xwe li qadê bin û peyama aştiyê bidin cîhanê.” 
 
‘DIVÊ TECRÎD BIDAWÎ BIBE’
 
 
Hevserokê DBP’a Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz jî diyar kir ku gelê Kurd ev sed sal e ji bo jiyaneke birûmet û aştiyê têdikoşe û got: “Gelê me dê di 8’ê Sibatê de dengê azadiyê bilind bike. Li rexekî hevdîtin tên kirin û li rexa din qeyûm tên tayînkirin û êrişên dermirovî tên kirin. Ev her du bi hev re nabin. Divê yekitiya Kurdan bê avakirin û azad bibe. Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan didome û divê ev tecrîd bê rakirin. Divê hevdîtinên heyî jî bi yekitiyê biencam bibin û daxwazên gel bên qebûlkirin.” 
 
‘TU XÊRA ŞER JI BO GELAN TUNE YE’
 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn jî wiha got: “Tu xêra şerên li Rojhilata Navîn ji bo gelan tune ye. Me got ‘aştiya herî xerab jî ji şer baştir e.’ Niha zemîna aştiyê heye û divê destê ji bo vê hatiye dirêjkirin ji hewayî ve nemîne. Divê her kes êdî bibîne ku bêyî Kurdan li Rojhilata Navîn tu polîtîka biser nakevin. Em ji bo vê di 8’ê Sibatê de mitîngê li dar dixin. Tevlibûna vê mitîngê girîng e. Niha pêvajoyek heye û ji bo navek lê were krin, piştgiriya gel girîng e. Mezintirîn daxwaza el aştieke birûmet e. Ev jî bi muxatabên wê dibe. Divê gelê me dakeve qada û aştiyeke birûmet biqîre.” 
 
‘EM LI STASYONÊ BIN’
 
Şahîn, axaftina xwe bi vê bangê qedand: “Tevlibûna jin, ciwan û gelan girîng e. Neçareserkirina pirsgirêka Kurd, girêdayî polîtîkayê şer e. Tu xêra vê polîtîkayê jî ji bo civakê nîne. Lewma em bang li hemû jin, ciwan û gelê xwe dikin ku tev li mitînga ‘ji bo aştiyê azadî’ ya li Qada Stasyonê bibin. Ji bo aştiyeke birûmet divê azadî hebe. Ji bo vê jî divê zemîn bê avakirin. Ji bo zemîn çêbibe jî divê gelê me dakeve qadan û dengê xwe bilind bike.” 
 

Sernavên din

14:44 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo çareseriyê divê her kes xwedî gotin û pratîk be
13:59 Li pêşiya Şaredariya Sêrtê daxuyanî tê dayin
13:41 Kongra Star: Em ê tola Hîva Erebo hilînin û şoreşa jinê bi ser bixin
13:18 Şaredariya Cizîrê bi beşdariya gel civîn li dar xist
13:18 Rapora meha Çileyê ya KCDP’ê: 33 jin hatin qetilkirin
13:17 Siyasetmedarê Fransiz: Rojeva modêla pêşerojê ye
12:41 Bakirhan: Ocalan ji bo çareseriya mayinde amadekariya banga dîrokî dike
12:09 Li Dêrsimê nexweşiya tebekê: Bi dehan sewal mirin
11:39 Yildirimci: Şer û neçareserî civakê xîzan dike
11:27 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:25 Biryara ji bo parastina Kaniyên Munzurê dîsa guherî
11:09 Amed xwe ji bo mitînga ‘Aştî û azadiyê’ amade dike
10:59 Du mehên rêveberiya HTŞ’ê: Nasname û dîroka jinê di hedefê de ye
10:37 Li herêma erdhejê tiryak, fihûş û tundî zêde bû
09:30 Doza Narîn Guranê birin îstînafê
09:20 Pisûlaya cenazeyê 28 sal in nehatiye dayin
09:15 Fermandarê qereqolê: Me nehişt Zeydan biçe herêma qedexe
09:08 Ji Platforma DGD'ê banga ji bo kampanyaya 'ji bo aştiyê milyonek îmze'
09:07 Dosye ya cînayetê ye, biryar eşyayê qaçax ê gumrukê
09:06 ‘Krîz dê bi bidawîbûna şer ji holê rabe'
09:01 Tevî emrê xwe yê mezin jî çanda tevnê dide jiyîn: Bila ev çand nemire
09:00 ROJEVA 4’Ê SIBATA 2025’AN
03/02/2025
16:48 Li Kobanê ji bo ‘Azadiya Ocalan’ bang
16:26 Biryara Dadgeha Bilind a der barê Pinar Gultekîn de hat protestokirin
15:58 Ji bo berxwedana li Tişrînê ji sê bajaran bi rê ketin
15:44 Temellî: Sermuzakerevan Ocalan e û em piştgiriyê didin her gava diavêje
15:21 Dewleta tirk stasyonê avê ya li Kobanê bombebaran kir
14:20 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gava herî girîng azadiya Ocalan e
13:18 DFG’ê rapora meha Çileyê eşkere kir: Li 42 rojnamegeran lêpirsîn hate destpêkirin
13:08 Li Hezexê zarokekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
13:08 Li dijî mala Babat ê DEM Partiyî êriş hate kirin
12:50 Aydar: Heta Ocalan bi awayekî azad xebatên xwe nemeşîne çareserî pêk nayê
12:31 Meclisa Şaredariya Sêrtê civiya: Em biryara tayînkirina qeyûm nas nakin
11:30 Dayikên Aştiyê: Çareserî bi azadiya Ocalan pêkan e
11:13 Li Amedê ji bo mitînga ‘azadiyê’ bang hate kirin
11:09 ENAG: Enflasyon ji sedî 81 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 42 ye
11:02 Nîqaşên ser çareseriyê: Îktîdar baweriyê nade
10:53 Alî Bozan: Ji bo şandina qeyûm em ê li benda hilbijartinê nemînin
10:40 Şandeya li Enqereyê hevdîtin kir: Divê pêvajo civakî bibe
10:00 Ji bo qeyûman dibêjin ‘demkî ne’ lê mayinde dikin
09:32 Xelkê Sêrtê bibiryare ku qeyûm bişîne
09:16 Platforma Gelan a Ewropayê wê li Viyanayê bicive
09:00 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Gavên şênber lazim in’ derket
09:00 ROJEVA 3’YÊ SIBATA 2025’AN
02/02/2025
16:22 ‘Yên çareseriyê dixwazin bila êrişan bidin sekinandin’
15:53 Berdan Ozturk: Hêviya me Abdullah Ocalan e
15:05 Ji bo Werîşê Mûradî û Pexşan Ezîzî ji NY’ê re name hate şandin
14:29 FÎSA: Di 2024’an de 77 zarok ji ber sedemên dikariyan pêşî lê were girtin mirin
14:28 ‘Abdullah Ocalan 26 sal in çareseriyê pêşniyar dike’
13:56 Tulay Hatîmogûllari: Birêz Ocalan gav avêt, dora dewlet û îktîdarê ye
13:43 Rêxistina Navçeya Navendî ya DEM Partiyê ya Şirnexê kongreya awarte lidar xist
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bila dewlet gavan biavêje
12:22 HSD: Herî kêm 4 çete hatin kuştin
11:42 Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Di êrişa li dijî Aşmê de 10 sivîl birîndar bûn
11:30 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 26’an de didome
11:06 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin û Veguherîna Civakî’ derket
11:05 Di 2 salan de li Hatayê tenê dem guherî
10:30 Hevalê Bavê Teyar: Bû stêrkek û rê nîşanî me dide
09:49 Hevserokê Meclisa Ermenan: Em di pergala neteweya demokratîk de azad dijîn
09:41 Rojbîn Bor: Em li Rojava xwedî derkevin
09:28 Welatiyên Enqereyê: Navnîşana çareseriyê Meclis e
09:09 Termînala hîmê wê 18 sal berê hatiye danîn hêj nehatiye vekirin!
09:00 ROJEVA 2’YÊ SIBATA 2025’AN
08:54 Li Kobanê malek hat bombebarankirin: 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn
01/02/2025
16:06 Çalakiya nobedê ya li dijî qeyûm didome
15:27 Xizmên Windayan: Em ê dest ji edaletê bernedin
15:14 Hamasê 2 dîlgirtiyên Îsraîlî yên din jî berdan
15:07 MSD ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê civiya
15:03 Rozerîn Kûrt a infaza wê hatibû taloqkirin hat tahliyekirin
13:54 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bedirhan Tuysuz pirsîn
13:51 Li Sêrtê qeyûm hat protestokirin
12:06 Qeyûmê Êlihê 19 kesên din jî ji kar derxistin
10:38 Li Amerîkayê helîkopterek ket xwarê
10:33 Li Behra Egeyê li ser hev erdhej çêbûn
10:30 Li Cizîrê zarokek hat kuştin
10:22 Sabrî Ok: Ger şert û merc neguherin wê gav neyên avêtin
10:15 Karamûs: Abdullah Ocalan xwedî hêza çareserkirina pirsgirêkê ye
09:11 Li Gabarê lêgerîna li petrolê kaniya hezar salî ziwa kir
09:03 Li Iraqê di nava 4 mehan de 7 partî û saziyê kurd hatin girtin
09:01 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2025'AN
31/01/2025
20:49 Der barê rojnamevanan de biryara tehliyeyê
19:53 Êrişî gundên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê tê kirin
18:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Ger hûn çareseriyê dixwazin, dest ji sepandinên faşîst berdin
16:13 Gundên Zirganê tên bombebarankirin
16:09 65 rewşenbîrên Sûriyeyî banga ‘pergala nenavendî’ kirin
15:43 ‘Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê’ sibe dest pê dikin
15:24 Ji Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan bi girtiyên jin ên siyasî re hevdîtin kir
14:43 Serokwekîla Koma DEM Partiyê li Sêrtê diaxive
14:10 Li dijî xespkirina îradeyê banga têkoşîna hevpar
13:41 Şîna Zehra Sebatê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:41 Li Edeneyê ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ bangewazî
13:39 Li Sêrtê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
13:15 Pispor: Îdia rast nîne, Zeydan 13 km’an dûrî cihê herêma qedexe bû
12:22 Îfadeya Îmamoglû bi dawî bû
12:20 Li Miksê protestoya rê: Esnafan dikanên xwe venekirin
12:17 Ji 7 bajaran welatiyan berê xwe dan Bendava Tişrînê
12:16 Li Sêrtê 6 binçavkirî hatin berdan
12:03 Malbatên xizmên xwe di şer de winda kirin ji bo pêvajoyê çi dibêjin?
11:01 Ji Elewiyan panela ‘aştiyê’: Peyama Abdullah Ocalan hate parvekirin
11:00 Rêveberê payebilind ê El Qaîdeyê li Sûriyeyê hate kuştin