NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedaran ji bo mitînga “Ji bo aştiyê azadî” ku dê di 8’ê Sibatê de li Amedê were lidarxistin banga tevlibûnê kirin û gotin: “Pirsgirêka Kurd tenê bi paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan dikare were çareserkirin.”
Di 8’ê Sibatê de dê bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û bi dirûşma “Ji bo aştiyê azadî” li Qada Stasyonê ya Amedê mitîng bê lidarxistin. Hevserokên giştî yên DBP û DEM Partiyê dê tev li mitîngê bibin û têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd peyaman bidin. Ji bo tevlibûna mitîngê, li bajarên weke Amed, Sêrt, Êlih, Şirnex, Mêrdîn, Riha, Semsur û hwd. xebatên tevlibûna mitîngê tên kirin. Hevserokê DBP’a Sêrtê Mûstafa Dayanan ku di xebatan de cih digire, diyar kir ku dê di mitîngê de têkildarî geşedanên li Rojhilata Navîn û nîqaşên li Tirkiyeyê de peyamên girîng bên dayin. Dayanan, anî ziman ku êdî ketine serdema çareseriya pirsgirêka Kurd û statuya Kurdan û wiha pê de çû: “Ji bo hevdîtinên heyî derbasî muzakereyan bibin, em ê helwesta xwe di vê mitîngê de nîşan bidin.”
'BI PARADÎGMAYA OCALAN DIKARE ÇARESER BIBE’
Dayanan, bangên Abdullah Ocalan bi bîr xist û wiha got: “Ev pirsgirêk tenê dikare bi paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan were çareserkirin. Lewma divê hemû gel li dora vê paradîgmayê kom bibin. Divê gelên din jî tev li mitîngê bibin û gotinên birêz Abdullah Ocalan esas bigirin. Bi rastî jî rizgarî nêz e. Divê her kes di vê çarçoveyê de tev li mitîngê bibe. Divê gel vê mitîngê di çarçoveya çareseriyê de weke gavekê bibîne. Dive gelê me wê qadê tije bike. Em ketine pêvajoyeke ku divê wiha xwedî lê derketin çêbibe.”
DEMOKRASÎ Û HIQÛQ
Hevseroka DEM Partiyê ya Sêrtê Rewşan Arslan jî da zanîn ku weke xelkê Sêrtê ew ê tev li mitînga Amedê bibin û wiha got: “Gelê Kurd bi sala ye têdikoşe. Gelê Kurd azadî, aştî, demokrasî û hiqûqê dixwaze. Kurd dixwazin tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan rabe û azade bibe. Mitîngeke girîng e û banga tevlibûnê li her kesî dikim.”
‘EM DAXWAZÊN XWE BIQÎRIN’
Cahîde Orak a tev li xebatên mitîngê ya navçeya Peyasê ya Amedê bûyî jî wiha got: “Weke welatiyek a aştiyê dixwaze, tev li xebatan bûm. Hêvîdarim bibe wesîleya aştiyê. Em dikarin tevî gelan daxwazên xwe li qadê biqîrin. Bi sala ye li welatê me şer heye lewma divê em tev li mitînga aştiyê bibin. Ji bo aştiyê divê em di nava gelê xwe de bin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokrasiyê em banga tevlibûna mitînga aştiyê li her kesî dikin.”
Rêeberê DEM Partiyê yê Peyasê Salih Okçu jî banga tevlibûna mitîngê li her kesî kir.