AMED - Li gorî rapora binpêkirinên mafan ên meha Çileyê ya MKG'ê; 4 rojnamegerên jin hatin girtin, rojnamegerek hate qetilkirin û 31 hesabên medyaya civakî jî hatin astengkirin.
Komeleye Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) “Rapora Binpêkirinên Mafên Rojnamegerên Jin ên Meha Çileyê” eşkere kir. MKG'ê di raporê de got: “Zextên li ser rojnamegerên jin zêde dibin. Rojnamegerên ku rastiyan dinivîsin, mafê raya giştî ya wergirtina agahiyan diparêzin û dengê jinan derdixin; bi binçavkirin, girtin, tundiya fizîkî, gef û sansurê dixwazin wan bêdeng bikin. Lê dîrokê her dem nîşan daye ku zext çiqasî zêde bibin jî, rojnamegerên ku li pey heqîqetê ne, bêdeng namînin.”
Berdewamiya raporê wiha ye:
“Di Çileya 2025’an de herî kêm 7 rojnameger hatin binçavkirin, 4 rojnameger hatin girtin, 3 rojnameger jî bi muameleya xerab rû bi rû man. Her wiha dema ku şopandina nûçeyan a 2 rojnamegeran hatin astengkirin herî kêm 9 rojnameger jî li girtîgehan bi binpêkirina mafan rû bi rû man. Ev zextên sîstematîk ên li ser rojnamegeran ne tenê ji ber xebatên wan ên pîşeyî, ji ber jin in jî girantir tên kirin. Saziyên çapemeniyê yên ku dengê azad ê rojnamegeran didin bihîstin, tên girtin, nûçegihanên li qadê dixebitin bi hincetên keyfî tên binçavkirin, tundiya fîzîkî û derûnî ya li hemberî rojnamegeran zêde dibe. Ev êrîşên li dijî azadiya çapemeniyê parçeyek ji hewldana bêdengkirina rojnamegeran e. Lê belê rojnamevanên ku li pey heqîqetê ne, tevî her cure zextan jî wê karê xwe bidomînin!
ROJNAMEGEREK HATE QETILKIRIN
Gefên li ser rojnamegeran tenê bi zextên dewletê re sînordar namîne. Nûçegihana televîzyoneke herêmî ya Xarpêtê Semra Demîrellî ji aliyê mêrekî hat gulebarankirin û bi giranî birîndar bû, piştî têkoşîna jiyanê ya 49 rojan jiyana xwe ji dest da. Vê bûyera hovane careke din nîşan da ku rojnameger ne tenê ji ber pîşeya xwe, ji ber tundiya zayendî jî di bin gefê de ne.
ZEXTA DERÛNÎ YA LI SER ROJNAMEGERAN ZÊDE DIBE
Zextên li ser rojnamegerên li girtîgehan sîstematîk bûye. Pirtûka ku hevalên wê ji rojnamegera girtî Serpîl Unal re şandibûn ji aliyê Girtîgeha Bakirkoyê ve bi hinceta ‘Kargoya di Stenbolê de nayê qebûlkirin’ paşde hat şandin. Înkarkirina mafekî bingehîn ê mirovî yê mîna pirtûkan jî dide xuyakirin ku zextên li ser rojnamegerên li girtîgehan heta çi astê hatiye. Li ser rojnameger Gulistan Dursun a li Girtîgeha Sîlîvriyê ye ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve belgeya bi navê ‘karta terorê’ hat ferzkirin û ji ber ku qebûl nekir cezayê disiplînê lê hat birîn. Zextên derûnî yên li ser rojnamegerên li girtîgehan roj bi roj zêde dibin.
DIXWAZIN LI SER QADA DIJÎTALÊ ROJNAMEGERAN BISÎNOR BIKIN
Di qada dijîtal de jî hewl tê dayin ku dengê rojnamegeran bisînor bikin. Hesabê JINNEWS'ê yê Instagramê hat girtin, hesabên nû gelek caran hatin sansurkirin û ketina hesabê X (Twitter) hat astengkirin. Her wiha hewl tê dayîn ku li ser platformên dîjîtal dîtina rojnamegeran bê astengkirin. Lê ne zextên li girtîgehan, ne astengiyên li kolanan û ne jî sansura dîjîtal wê nikaribin rojnamegeran bêdeng bikin.
Di heman demê de di meha Çileyê de 31 hesabên medyaya dîjîtal ku di nav wan de @MAturkce ya Ajansa Mezopotamyayê ku 264 hezar şopînên wê hebûn, @jinnewsturkce ya Ajansa Nûçeyan a JINNEWS’ê ku 168 hezar şopînerên wê hebûn û @yeniyasamgazete X jî di nav de û 125 hezar şopînerên wê hebûn, bi hincetên ‘ewlehiya neteweyî û parastina gel’ hatin astengkirin.
9 ROJNAMEGERÊN JIN GIRTÎ NE
Îro gelek rojnameger ji ber parastina çapemeniya azad li girtîgehan girtî ne. Elîf Ersoy, Eylem Babayîgît, Hatîce Duman, Lûtfiye Burcu Kara, Necla Demîr Arvas, Ozden Kinik, Rahîme Karvar, Reyhan Hacîoglû û Zuleyha Mûldûr tenê ji ber ku rojnameger bûn hatin girtin. Ev êrîşên sîstematîk ên li dijî rojnamegeran ne tenê li ser azadiya çapemeniyê, her wiha li ser mafê raya giştî ya wergirtina agahiyan jî xeteriyeke eşkere ye.
EM Ê DEV JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDIN
Em bang li her kesên ku çapemeniya azad diparêzin dikin ku li dijî van zextan bibin yek. Çapemeniya azad nayê bêdengkirin. Divê demildest binçavkirin, girtin, zext û tundiya li ser rojnamegeran bi dawî bibe. Em ê tu carî dev ji nivîsandina rastiyan, parastina heqîqetê û berdewamkirina têkoşîna rojnamegeran bernedin. Ji Gurbetellî bigire heta Gulistanan, ji Denîzan bigire heta Hêroyan, heta Cîhanan... Rojnamegerên jin li her derê ne.
BINPÊKIRINA MAFÊN EWLEHÎ Û MAFÊ JIYANÊ
* Rojnamegerên bi ser mala wan de hatine girtin: 3
* Rojnamegerên hatine binçavkirin: 7
* Rojnamegerên hatine girtin: 4
* Rojnamegerên bi mualameya ne baş rû bi rû mane: 3
* Rojnamegerên gef lê hatine xwarin: 1
* Rojnamegerên şopandina nûçeyên wan hatin astengkirin: 2
* Binpêkirina mafên li girtîgehan: 9
BINPÊKIRINA AZADIYA RAMAN
* Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hatine vekirin: 2
* Rojnamegerên derbarê wan de doz hatine vekirin: 1
* Rojnamegerên hatine cezakirin: 3 kes hatin girtin û 8 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn.
* Rojnamegerên darizandina wan didomin: Ji 14 dosyayan 17 rojnameger tên darizandin.
* Hejmara rojnamegerên girtî (Ji 4’ê Çileya 2023’yan ve): 9
ASTENGIYÊN LI SER QADA ÎNTERNET Û MEDYAYA DIJÎTAL
* Hesabên medyaya dijîtal ên hatine girtin: 4
ROJNAMEGERÊN GIRTÎ
* Elîf Ersoy - Berpirsa Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuşê
* Eylem Babayîgît - Rojnameger
* Hatîce Duman - Midûra Karê Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilimê
* Lutfiye Burcu Kara - Rojnameya Yekitiya Têkoşînê
* Necla Demîr Arvas - Rojnameger
* Ozden Kinik - Xebatkara TRT'ê ya berê
* Rahîme Karvar - Rojnameger
* Reyhan Hacioglû - Rojnameya Yenî Yaşamê
* Zuleyha Muldur - Ajansa Nûçeyan a Etkînê