ŞIRNEX - Siyasetmedar Mehmet Dîlsîz ku di sala 2001’ê de Serokatiya HADEP a Cizîrê kiribû, krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.
Siyasetmedar Mehmet Dîlsîz (73) ku di salên 1980’ê de li navçeya Cizîr a Şirnexê Serokatiya Komeleya Kurd a Şoreşger Demokrat (DDKD) û di sala 2001’ê de jî Serokatiya Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) a Cizîrê kir, di encama krîza dil de jiyana xwe ji det da. Dîlsîz, di derbeua 12’ê Îlona 1980’ê de hate girtin û îşkenceyên giran lê hatin kirin. Gelek caran rastî îşkence, binçavkirin û gefên kuştinê yên dewletê hat.
Dîlsîz ku li Botanê bi têkoşîna xwe dihat naskirin, ji wê serdemê heta niha tevî zext û gefan jî xebatên xwe yên di nava partiyê de didomand û pêşengtiya têkoşînê dikir.
Cenazeyê Dîlsîz dê îro di nava rojê de li Goristana Asrî ya Cizîrê bi girseyî were definkirin.