NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora Kampanyaya Aktîvîstên Beluc, rejîma Îranê di nava 8 salan de herî kêm 621 Beluc bi dar ve kir.
Kampanyaya Aktîvîstên Beluc (BAC) rapora xwe ya têkildarî kesên di navbera 2017-2024’an de li Îranê hatine darvekirin parve kir. Li gorî rapora Kampanyayê ku li ser hesabên medyaya dijîtal hatiye parvekirin; rejîma Îranê di nava 8 salan de herî kêm 621 Belûc darve kir. Di raporê de hate gotin ku darvekirina Belûcên li Îranê pirsgirêkeke ku bala parastvanên mafên mirovan û saziyên navneteweyî dikişîne. Hat gotin ku darvekirina gelek kesan bi raya giştî re nayê parvekirin û hejmara kesên hatine darvekirin ji hejmara hatiye eşkerekirin gelek zêdetir e.
Hat destnîşankirin ku ji kesên hatine darvekirin 19 jê bi îdiayên sûcên siyasî û ewlehiyê hatine darvekirin û hema hema salê herî kêm 77 Beluc hatine darvekirin. Hat destnîşankirin ku piraniya welatiyan bi îdiayên weke “Dijminatî li Xwedê kiriye”, “Li ser rûyê erdê alozî derxistiye” û “hevkariya bi komên dijberî rejîmê” û hwd. hatine darvekirin.
Herî dawî jî hate gotin ku li ser xelkê Beluc ên li eyaletên Sistan û Belucistanê dijîn zextekî giran a aborî, civakî, siyasî û ewlehiyê heye û Beluc li gorî miletên din bêhtir rastî cihêkariyeke sîstematîk tên.