WAN - Welatiyên Wanê diyar kirin ku divê pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin û wiha gotin: “Bi êrişên didomin re çareser nabe. Tenê Abdullah Ocalan dikare pirsgirêkê çareser bike."
Welatiyên Wanê têkildarî nîqaşên ser çareseriya pirsgirêka Kurd ji ajansa me re axivîn. Ji welatiyan Mehmet Mahmuk diyar kir ku li rexekî gotinên têkildarî li rexa din êriş tên kirin û wiha got: “Li gorî min îktîdar jidil nîne. Pêvajoyeke nû dest pê dike lê qeyûman tayîn dikin. Lê dizanin ku dê bi van polîtîkayan biser nekevin. Divê pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk were çareserkrin. Gelê Kurd êdî bi lîstikên Tirkiyeyê naxape. Ev sedsal dê bibe sedsala Kurdan. Bi qeyûman nikarin me bêzar bikin. Tayîn bikin jî em ê dîsa hevşaredarên xwe hilbijêrin.”
'HER KES DIZANE KA ÇARESERÎ DEV KÊ YE’
Mamuk, wiha domand: “Qeyûm, dizî ye, talan e, xespkirina vîna gel e. Xizmetê ji gelê Kurd re nakin. Divê pirsgirêka Kurd li ser zemîna makezagonê û demokrasiyê bê çareserkirin. Her kes dizane ka çareserî li ku û li dev kê ye. Hevdîtin hatin kirin û em jî ji çareseriyê bawer dikin. Bi qeyûman, êrişan, girtin û binçavkirinan dixwazin destê Kurdan zeîf bikin. Em ê paşvegavê neavêjin û bihêz li ser maseyê rûnin.”
'BIRA BIRAYÎ NAKUJE’
Abdulhamît Tuncer jî got ku ji ber bi zimanê dayikê axaftine hatine girtin û gelê Kurd sed sal in tune tê hesibandin. Tuncer, got: “Li rexekî dibêjin aştî il rexa din Kurdan dikujin. Em bira nînin. Bira birayî nakuje. Divê ev dîktatorî bi dawî bibe.”
'LI REXEKÎ ÇARESERÎ LI REXA DIN ÇARESERÎ NABE’
Selîm Elter jî got; “Ji bo çareseriyê divê dewlet gavên şênber biavêje. Divê êdî aştî çêbibe. Têra xwe xwîn rijiya lê encamek jê çênebû. Divê ev bi dawî bibe. Ji ber şer, aboriya welêt têk çûye û sedema krîza aborî jî şer e. Heke şer xelas bibe dê aborî baş bibe. Divê her kes ji bo çareserî û aştiyê destê xwe deyne bin kevir. Bi taybet jî divê hikûmet tevbigere. Li rexekî çareserî li rexa din tayînkirina qeyûman û êrişîn ser Rojava nabe.”
'DIVÊ HER KES PIŞTGIRIYÊ BIDE ÇARESERIYÊ’
Zeynel Kattînç jî diyar kir ku dewleta li rexekî qala aştiyê li rexa din jî êrişan dike û ev tişt anî ziman: “Aştî ji bo hemû dinyayê baş e. Dewlet qala çareseriyê dike lê li rexa din êrişî Rojava dike û qeyûman tayîn dike. Ev, wiha nabe û xelet e. Em dixwazin weke hemwelatiyen wekhev bijîn. Divê rojavayê Tirkiyeyê çawa ev der jî wisa be. Divê hemû kes piştgiriyê bide pêvajoyê û muzakereyan.”
'DIVÊ LI SER RÊYA AŞTIYÊ BIMEŞIN’
Îdrîs Kahraman jî got ku ew dixwazin aştiyane, adilane û wekhev bijîn û wiha domand: “Em dixwazin ev şer êdî xelas bibe. Bes e bila êdî xwîn nerije. Heke dewlet qala aştiyê bike, divê li gorî wê tevbigere. Li rexekî aştî, li rexa din êrişên ser Kurdan nabe. Ev êriş nayên qebûlkirin. Divê li ser rêya aştiyê bimeşin.”
'EM DIXWAZIN VEGERIN GUNDÊN XWE’
Semyan Arman jî bilêv kir ku heta aştî çênebe dê aboriya welat baş nebe û got: “Tekane daxwaza me aştî û azadî ye. Em dixwazin dîsa vegerin gundên xwe yên jê hatibûn derxistin. Rewşa xelkê nebaş e û aborî têk çûye. Xelk nikare pariyê nan bibe mala xwe. Em aştî û biratiyê dixwazin. Êdî bi şer tiştek naçe serî. Bes e ji vê ezyetê re. Em daxwaza ziman û mafên xwe dikin. Divê pêvajo tavilê dest pê bike û aştî çêbibe.”
‘BILA DERIYÊN ÎMRALIYÊ BÊN VEKIRIN’
Muhyettîn Çalişkan jî ew ê piştgiriyê bidin her hewldana bi pêşengtiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Tekane daxwaza me aştî û mafên wekhev e. Em qala biratiyê dikin, ew me qetil dikin. Her kes aştiyê dixwaze. Û vê aştiyê tenê birêz Abdullah Ocalan dikare pêk bîne. Ji bilî wî tu kes nikare vê meseleyê çareser bike. Banga min a ji bo dewletê ye; heke bihêlin hevdîtinên pêwîst bên kirin, dê tavilê aştî çêbibe. Bila deriyên Îmraliyê bên vekirin û hevdîtin neyên astengkirin. Heke wiha bibe dê tu pirsgirêk nemînin.”
'PÊŞÎ LI TAYÎNKIRINA QEYÛMAN BIGIRIN’
Îlhamî Korkmaz jî tayînkirina qeyûman û êrişên ser Kurdan şermezar kir û got: “Neheqî li Kurdan tê kirin. Divê wiha nebe. Ev sedsal in Kurd tune tên hesibandin. Divê em bi hev re û bi yekitî bijîn.”
Sevcan Turgut jî got: “Em dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe. Em qeyûman qebûl nakin û nas nakin. Hûn nikarin vîna gel xesp bikin.”
Murvet Acar jî got: “Em dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe û êdî dayik negirîn. Li rexekî şer li rexa din aştî nabe. Çiqas qeyûman jî tayîn bikin em ê li ser sindoqê îradeya xwe hilbijêrin. Kurd êdî van neheqiyan qebûl nake. Çareseriyê dixwaze.”