AMED - Daxuyaniya Heyeta Îmraliyê ku dê sibê bide, wê li Amed û Wanê di ekranên mezin de bê dayîn.
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibê serdana Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê bike. Piştî hevdîtinê dê saet di 17.00'an de li Stenbolê jî daxuyaniyê bide. Daxuyaniya dîrokî wê li Amed û Wanê jî di ekranên mezin de zindî bê dayîn.
Dê li Amedê li Qada Şêx Seîd di ekrana mezin de daxuyanî zindî bê dayîn. Tê payin ku wê ji bajarên derdorê gelek kes werin Amedç Li Wanê jî dê ekrana mezin li Qada Bajêr bê dayîn. Tê payin bi hezaran kes ji bajarên Serhedê bên Wanê.