AMED – Serokê GUNSÎAD’ê Şah Îsmaîl Bedîrhanoglu diyar kir ku ew piştgiriyê didin pêvajoya ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin û divê gavên baweriyê didin mirov bên avêtin.
Komeleya Karsaz û Sanayikarên Başûrrojhilat (GUNSÎAD) der barê pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd de ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re derbasî qonaxeke nû bûye, daxuyaniyek da. Serokê GUNSÎAD’ê Şah Îsmaîl Bedîrhanoglu di civîna çapemeniyê ya li Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat (GGC) de axivî û diyar kir ku pirsgirêka Kurd di merheleyek dîrokî û pir krîtîk de ye.
Bedirhanoglu diyar kir ku ew bûne şahidê destpêkirina pêvajoyeke ku ji 1'ê cotmehê û vir ve her kes matmayî hiştiye û bi hêvî ye û wiha got: "Me şahidî kir ku ev însîyatîfa ku bi banga birêz Bahçelî û bi piştgiriya xurt a serokkomar dest pê kir, ji hêla muxatabên wê ve hatiye bersivandin û xurtkirin. Her wiha em gelekî kêfxweş in ku ev însiyatîf ji aliyê piraniya partiyên siyasî yên li parlamentoyê tên temsîlkirin ve tê destekkirin."
'EM BI DIL Û CAN PIŞTGIRIYÊ DIDIN PÊVAJOYÊ'
Bedîrhanoglû li ser banga Abdullah Ocalan jî wiha got: "PKK’ê ragihand ku ew bi temamî tevli banga Ocalan dibin, wê li gorî daxwazên bangê bin û wê vê bangê bi cih bînin. Bêguman ev pêşketin xwedî girîngiyeke dîrokî ne. Birêz Bahçelî û birêz Erdogan jî kêfxweşiya xwe ya ji bo banga Ocalan û bersiva PKK'ê anîn ziman. Ev pêşketinên erênî nişan dide ku di mijara pirsgirêka Kurd de dikevin serdemeke girîng. Em hatine pêvajoya bidawîbûna pêvajoya şer ku zêdetirî 40 sal in dewam dike.”
Bedîrhanoglû da xuyakirin ku weke GUNSÎAD her tim ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên siyaseta demokratik dihewînin û wiha got: "Em bawer in ku bi cihanîna daxwazên gel û derbaskirina zor û zehmetiyên ew dikişînin, ancax bi mekanîzmayên demokratîk pêkan be. Ji bilî rê û rêbazên demokratîk em xwedî li tiştekî din dernakevin û hurmetê nadinê. Ji vî alî ve, mîna ku me beriya niha jî anî ziman, em bi dil û can destekê didin vê pêvajoya ku wê çekê bêbandor bike, şîdetê bi dawî bike, pirsgirêka Kurd ji çek û pevçûnan derkeve û bike mijara siyaseta demokratîk."
GIRÎNGIYA ZIMANÊ ÇÊKER
Bedîrhanoglu diyar kir ku ew amade ne her cure piştgirî û alîkariyê bidin pêvajoyê û wiha got: "Di vê pêvajoya ku ji bo her gelê me xwedî girîngiyeke jiyanî ye, divê her kes, bi taybetî jî aliyên pêvajoyê bi berpirsyarî tevbigerin û li gorî ruhê serdemê zimanekî avaker biaxivin. Em li bendê ne ku hesasiyetên beşên cuda yên civakî li ber çavan bigirin û helwesteke aştiyane li ser hemû xebatên xwe serdest be. Bi taybetî em bang li hemû aktorên civaka Kurd dikin ku vê pêvajoya ku bêdengiya çekan ewle dike hembêz bikin û destekê bidin."
'JI BO AŞTIYÊ EM LI BER XWE BIDIN'
Bedîrhanoglû spasiya hemû beşên bi taybetî jî serokkomar Tayyîp Erdogan, Devlet Bahçelî û Abdullah Ocalan kir ku tevkarî li derketin û xurtbûna vê firsendê kirin û wiha dewam kir: "Serdemek tê girtin û serdemeke nû vedibe. Di demên wiha krîtîk de, em nikarin hesabên siyasî û şexsî yên teng bikin. Em nikarin li ser rabirdûyê bimînin. Roja avakirina pêşerojeke aştiyane û bilindkirina pîvanên xwe yên demokratîk e. Wekî GUNSÎAD em piştgiriya ji bo aştiyê wezîfeya xwe ya herî mezin dibînin û bi rêzdarî ji raya giştî re radigîhînin ku em ê bi vê hişmendî û berpirsyariyê tevbigerin."
Bedîrhanoglû têkildarî pirsa ji bo pêvajoyê gavên bên avêtin wiha got: "Divê gavên bên avêtin baweriyê bidin mirov. Divê der barê girtiyên nexweş de gavek bê avêtin. Divê pakêteke darazê bê amadekirin. Di serdemên piştre de divê der heqê mafên çandî de qanûn werin kirin. Bi ya min ev dê di serdemên pêş da di hin serdeman da werin parlamentoyê. Ez dikarim bibêjim ku ez di vê mijarê da pir xweşbîn im.