NAVENDA NÛÇEYAN – Jin tax bi tax, kolan bi kolan amadekariyên mitîngên 8 ' ê Adarê dikin.
Di çarçoveya 8 'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin. Xebatên mitînga ku dê di 8 'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li Amedê li Qada Îstasyonê bê navber berdewam dike. Meclîsa Dayikên Aştiyê li ser Pira Deh Derî qûrnefîl danîn Çemê Dîcleyê û daxwaza aştiyê kirin. Di çalakiyê de Dayikên Aştiyê axivîn û banga aştiyê kirin. Dayikan daxwaza serbestberdana girtiyan kirin û banga rawestandina şer kirin.
Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bismilê esnafên jin ziyaret kirin. Tevî Hevşaredara Bismilê Mizgîn Ekîn gelek jin tevlî serdanê bûn. Di serdanê de armancên kampanya ‘Gotina me neqediya, em ê bi hev re şîdetê bisekinînin’ hatin vegotin. Her wiha belavokên 8 'ê Adarê hatin belavkirin. Ji bo mîtînga ku wê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin jin hatin vexwendin.
Aktîvîstên TJA'yê li navçeya Peyasê û gundên Hezro derî bi derî geriyan û jin vexwendin mîtînga 8 'ê Adarê.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, pêşangeha Portreyên Jinan vekir. Pêşangeha ku di têketina şaredariyê de hate vekirin, rastî eleqeyeke mezin hat. Di pêşangehê de portreyên gelek jinên wekî Nesrîn Sutudeh, Meryem Mîrzahanî, Sûsika Simo, Şîrîn Tekelî, Leyla Bedirxan, Rosa Luksemburg cih digirin.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak û Hevşaredara Yenîşehîrê Safiye Akdag, ji bo jinên li kargehên li Herêma Pîşesazî ya Organîzeyî dixebitin, serdana piştgiriyê kirin. Piştî ku endamên desteya rêveberiyê di têketina Herêma Pîşesazî û Organîzeyî de hatin pêşwazîkirin, hevserokan bi endamên desteya rêveberiyê re li Ofîsa Navenda Perwerdeya Pîşeyî ya Herêma Pîşesazî ya Organîzeyî hevdîtin pêk anîn.
Hevsaredar Serra Bûcak diyar kir ku ew 8 'ê Adarê weke pêvajoya berxwedan, têkoşîn û rêxistinbûnê pêşwazî dikin. Hevşaredar Safiye Akdag 8 'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir. Hevşaredaran qadên hilberînê ziyaret kirin û li şert û mercên xebatê û daxwazên jinan guhdarî kirin.
Jinên xebatkarên tekstîlê yên li Farqînê hatin ziyaretkirin û ji bo mîtînga li Qada Îstasyonê hatin vexwendin.
Hevşaredara Sûrê Gulan Onkol li taxên Kabê û Palûrkê bi jinan re hat cem hev. Di civînan de girîngiya 8'ê Adarê hate vegotin. Her wiha belavokên mîtîngê hatin belavkirin.
MERSÎN
Di çarçoveya bernameya 8’ê Adarê de Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Mersînê û Platforma Jinan a Mersînê ji jinên girtî re kartên piştgiriyê şandin. Jinên ku li avahiya komeleyê hatin cem hev, beriya şandina kartan daxuyanî dan.
Endama Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê Şükran Aktaş diyar kir ku di sala 2024'an de li bajar 18 jin hatin qetilkirin û bal kişand ku divê dev ji gotin û polîtîkayên neyînî yên li dijî jinan bê berdan. Şûkran Aktaş bal kişand ser çalakiyên ji aliyê jinan ve tên lidarxistin û ji bo Meşa Şevê ya Femînîst a di 8'ê Adarê saet di 19:30 de li kolana Kûşîmoto bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir.
Jinan piştî axaftinan ji postexaneyê kart ji jinên dîlgirtî re şandin.
EDENE
Konfederasyona Sendîkayên Şoreşger (DÎSK) Nûnertiya Herêma Edeneyê li Parka Sîsîlî daxuyanî da. Sekretera DÎSK Genel-Îş Şaxê Edeneyê ya Hejmar 2 Kadriye Erbîl daxuyanî da û diyar kir ku weke karkerên DÎSK'ê ew ê di 7 'ê Adarê de ji bo jiyaneke însanî û heqdestê xwe di grevê de bin û wiha got: "Ji bo rawestandina jiyanê em di 7'ê Adarê de di grevê de ne. Weke jin em li keda xwe xwedî derkevin! Em têkoşîna xwe ya ji bo heqdesta wekhev a ji bo karê wekhev, têkoşîna li dijî kuştina jinan û şîdetê, pêkanîna Peymana Stenbolê, erêkirina Peymana ILO ya bi hejmara 190 û bicihanîna polîtîkayên civakî yên cemaweriyê ku wê barê girîngiyê bide jinan, bilind dikin."
WAN
Jinên ku di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane di çarçoveya çalakiyên 8 'ê Adarê de li Goristana Karşiyaka a navçeya Rêya Armûşe ya Wanê di pêşengiya MEBYA-DER û TJA'yê de li ser gorên xwe hatin bîranîn. Di bîranînê de dirûşmên mîna "Şehîd Namîrîn" û "Jin jiyan azadî" hatin qîrkirin.
Hevseroka MEBYA-DER Şaxê Wanê Hanim Kaya piştî deqeyeke rêzgirtinê axivî û wiha got: "Eger em hatine vê derê, ev yek bi saya hevalên me yên jin ên di vê mijarê de jiyana xwe ji dest dane ye. Îro hemû hevalên me yên jin li her qadê li ber xwe didin û vê didomînin. Eger îro aştî û demokrasî were vê xakê, ev yek wê bi pêşengiya jinê be."
Bîranîn piştî ku qurnefîl li ser goran hatin danîn bi dawî bû.
ŞIRNEX
Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo balê bikişîne ser jinên li navçeya Cizîr a Şirnexê hatin qetilkirin û teşwîqî întîharê tên kirin, "Zincîra jiyanê" ava kir. Jin li Parka Melayê Cizîrî hatin cem hev û bi zincîra jiyanê ya ku wêneyên jinên hatine qetilkirin têde bûn bi zincîra jiyanê ber bi qiraxa Çemê Dîcleyê ve meşiyan. Jinan bi slogana "Jin jiyan azadî" li ber çem civîna çapemeniyê li dar xistin.
Aktîvîsta TJA'yê Bêrîvan Kûtlû li vir axivî û bal kişand ser cînayetên jinên li Cizîrê xwe kuştine û wiha got: "Li her qada jiyanê jin tên qetilkirin. Di zîhniyeta mêr de ti guhertin nîne. Pêwîste em li dijî zîhniyeta bi serdestiya mêr têbikoşin. Beriya ku jin azad bibin her roj 8 'ê Adarê ji bo me ye. Dema ku em kom dibin û der barê jinan de daxuyaniyan didin polîsan dor li me girtine lê dema jinek tê qetilkirin kes dengê xwe dernaxîne. Em îro ji qiraxên Çemê Dîcleyê bang dikin, ku gelek jin ber bi întixarê ve hatin dehfdan û dawî li jiyana xwe anîn; heta ku jin mafên xwe bi dest bixin wê têkoşîna me bidome.”
Çalakî bi berzkirina dirûşma; "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.
ENQERE
Platforma Jinan a Şaxên KESK'ê yên Enqereyê bi sernavê "Em têkoşîna ked û azadiyê ya li dijî sînorên bi serdestiya mêr û kedxwariya kapîtalîst mezin dikin" li Şaxa Zanîngehan a Hejmar 5'an a Egîtîm Senê civîna çapemeniyê li dar xist. Sekretera Jinê ya Haber-SEN Şaxê Hejmara 2’emîn a Haber-SEN'ê Gulkiz Atmaca da xuyakirin ku hikûmeta AKP'ê bi îlankirina sala 2025'an re dixwaze jinan weke 'Sala Malbatê' di malê de bihêle.
Gulkiz Atmaca diyar kir ku ev polîtîka dê jinan di heman demê de di bazara kar a tam-demî de jî bavêje pozîsyona "navîn"ê û wiha got: "Bi texmîna ku jin ji ber karên xwe yên malê û xwedîkirina zarokan nikarin tam demî bixebitin, dê wan ber bi karên kêm-heqdest, nerehet ve bibe. Ev rewş wê newekheviya zayendî û xizaniya jinê hîn bêhtir kûr bike û di nava malê de rê li ber zêdebûna şîdet û zordariya li jinê veke. Ji bo têkoşîna me ya ji bo wekhevî, wekhevî, azadî û kedê girîngiyeke mezin e ku em daxwaza dê-bavbûnê, xizmetên cemaweriyê, kreşan, destûra şîrê şîr, daxistinên veguhastina giştî, mafên tenduristiyê, tevî tenduristiya ji nû ve hilberînê bikin. Li dijî polîtîkayên ku rêya malê nîşanî me didin, em têkoşîna xwe ya welatîbûna wekhev û azadiyê li qadan, kolanan, qadên kar û qadên cemaweriyê mezin dikin."
Gulkiz Atmaca bang li hemû jinan kir ku di 8 'ê Adarê de li Meydana Kolejê beşdarî çalakiyê bibin.