AMED - Welatiyên Amedê diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd tişta dikeve ser milê xwe kiriye û got: “Niha dora gavavêtinê ya dewlet û Meclisê ye.”
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” bi raya giştî re parve kir. Nîqaşên ser banga Abdullah Ocalan didomin û xelkê Amedê jî diyar kir ku ji bo pêvajo pêş bikeve divê dewlet gavan biavêje.
Welatiyê bi navê Mahmût Curan, diyar kir ku her kesên zilm lê hatiye kirin bi hesreta aştiyê dijî û got: “Her kes dixwaze ev zilm êdî rabe. Em dixwazin azad bibin û xwedî maf bin. Bêguman em aştiyê dixwazin lê ya girîng ew e ku bi rastî jî dewlet çi dixwaze. Gelo bi rastî jî aştiyê dixwaze? Rêbertiya me di mercên tecrîdê de ye û divê azad bibe. Wê demê em ê bawer bikin.”
'DORA GAVAVÊTINÊ YA DEWLETÊ YE’
Curan, anî ziman ku banga hatiye kirin ji bo wî gelek watedar e û got: “Rêbertî çi bibêje, gotina wî ji bo me xeta sor e. Heke ew bibêje aştî em jî dê aştiyê biparêzin. Rêbertiyê û PKK’ê tişta dikeve ser milê xwe kir. Niha dora gavavêtinê ya dewletê û Meclisê ye.”
Îrfan Şakar jî diyar kir ku ew dixwaze şer xelas bibe û aştî bê û wiha pê de çû: “Heke Erdogan ji bo pêvajoyê gav biavêje dê şer bi dawî bibe. Divê li dijî pêvajoyê durist bin.”
'HEKE XAPANDIN HEBE AŞTÎ ÇÊNABE’
Halît Gulmuş jî biryara agirbestê ya PKK’ê bi bîr xist û got: “Niha dora dewletê ye. Em ê bibînin ka Erdogan û Bahçelî çiqasî jidil in. Heta ku feraseta wan a yekziman û yekdewletê bidome ne pêkane aştî çêbibe. Divê Kurd û Tirk wekhev bin. Heke dewlet jî gavan biavêje dê aştî bibe. Lê heke di vê meseleyê de xapandin hebe dê aştî çênebe. Her kes dê banga Rêbertiyê esas bigire. PKK’ê jî esas girt û agirbest ragihand. Jixwe heke Rêbertiyê esas bigirin dê aştî teqez bibe.”
'DORA DEWLETÊ YE’
Îsmet Gunbati jî bi lêv kir ku ev 50 sal in daxwaza aştiyê dikin û bi banga Abdullah Ocalan re baweriya bi aştiyê mezintir bûye. Gunbati, wiha domand: “Aştiya herî xerab jî ji şer baştir e. Em dixwazin ev biryar pêk bê û aştiyeke birûmet dixwazin. Divê ev gav yekalî nebe. Divê aştî dualî be. Em tevek li vî welatî dijîn. Pêkvejiyan girîng e. Pêvajo bi agahî û beşdariya dewletê dest pê kir. Lewma dora dewletê ye.”
Muaz Tanrikulu jî got ku divê şer biqede û êdî dayik negirin. Tanrikulu, ev tişt anî ziman: “Em aştiyê dixwazin. Banga Ocalan û gava PKK’ê avêtî watedar e. Lê divê pirsgirêk tavilê bê çareserkirin. Ev şer 40 sal in didome. Sedemeke vî şerî heye. Heke aştî bibe divê pirsgirêka Kurd çareser bibe. Dewlet divê ji bo aştî û biratiyê gavan biavêje.”
'HEWCEYE DEWLET GAVÊN BERBIÇAV BIAVÊJE’
Mehmet Aydin jî daxuyand ku aştî bi du aliyan dibe û wiha got: “Divê jidil bin. Peyama Abdullah Ocalan watedar û xweş bû. Lê divê dewlet jî gavên berbiçav biavêje û pêbawer be. Nexwe kes jê bawer nake. Divê dewlet gavekî biavêje. Ji bo Kurdî dibêjin ‘zimanê nayê zanîn.’ Ev şermekî pir mezin e. Hem Kurd hem jî Kurdî hene. Divê ev zîhniyet biguhere. Divê demokrasî were.”
Ramazan Tugay jî anî ziman ku gelê Kurd ji destpêkê ve ji bo aştiyê têdikoşe û axaftina xwe wiha qedand: “Gelê Kurd tu caran şer nexwes. Her tim aştî parast û niha jî berhema wê digire. Di Sozcu TV'yê de jinekê zimanê Kurdî sansur kir. Bila baş bizanin ku zimanê Kurdî heye û dê bibe zimanê fermî.”
MA / Heval Onkol