SETNBOL - Platforma Alimên Olî ya Stenbolê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew xwedî li banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan derdikevin.
Platforma Alimên Olî ya Stenbolê têkildarî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Mijdarê de hate ragihandin, daxuyanî da. Daxuyanî, li Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrrojhilat a li navçeya Bahçelîevlerê hate dayin. Gelek alimên olî tev li daxuyaniyê bûn. Kurdiya daxuyaniyê ji hêla Bedreddîn Gunay û tirkiya wê jî Alî Fuat Hatîp xwend.
Gunay, diyar kir ku ew banga dîrokî ya Abdullah Ocalan gaveke girîng dibînin û got: “Hêvî dikin ku ev bangavazî, bi aramî û biratiyê de pêş bikeve û dawiyê de bi aşitiyeke bi rûmet tacîdar bibe. Aştiya mayînde tenê eger edalet pêk were, civakek ku tê de nasnameyên cuda xwe ewle hîs dikin vere avakirin û rêzgirtina ji hev re serdest bibe pêkan e. Xwedayê mezin mirov bi ziman, reng û eşîrên cuda afirand û ev cihêrengî kir wesîleya hîkmet û dilovaniyê, ne ji hev veqetandinê.”
‘DIVÊ ZIMANÊ AŞTÎ Û LIHEVKIRINÊ ESAS BÊ GIRTIN’
Bi domdarî Gunay, wiha got: “Ev peyama îlahî bi me dide zanîn ku Kurd, Tirk, Ereb, Ermenî, Laz, Çerkez, Êzidî, Xiristiyan, Asûrî, Elewî û Sunnî jî di navde, her kes xwedî mafên wekhev e û divê her kes li van welatan de xwe ewle hîs bike. Li ser vê bingehê, ku Pêxemberê me (A.S), bi Vesiqeya Medîneyê, bawerî û nasnameyên cuda di nîzameke qanûnî ya hevpar de li hev kir û Aştiya Hudeybiyê re nîşan da ku lihevkirin, destkeftineke çiqas girînge! Em vê têgeha Îslamê weke esasek bingehîn a jiyana bi hev re dibînin.”
‘EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN BANGA DÎROKÎ’
Di berdewamê de Gunay anî ziman ku di avakirina vê pêvajoya dîrokî ya ku ji bo vê armancê tê xwestin, pir girîng e ku hemû alî xwe ji gotinên bi êş û dijberiyan dûr bixin û zimanê aştî û lihevhatinê bi kar bînin û wiha bi dawî kir: “Cudahiyên me ne tehdîd, wek dewlemendî dîtin, fêmkirina hev û dû, berpirsiyariya me ya hevpar e. Aştiya rast ne tenê bêdengiya çekan e, di heman demê de damezrandina nîzamek e ku tê de her kes xwe azad, wekhev û bi rûmet hîs dike. Her mirovek, bêyî ku ji nijad, bawerî, an reng û zayendê ango azade, ji heyînên din bilindtir û bi qîmet e. Xwedê aqil û têgihiştin, wijdan û hesta edaletê daye mirovan. Erka me ew e ku em bi van fezîletan bi hev re di nav aştî û ewlehiyê de bijîn. Em girîngiyê didin ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ ya ku Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de ji Girava Îmraliyê kir, ji bo baweriya gelên Tirkiyeyê ya bi jiyana hevpar û avakirina siberoja xwe ya demokratîk, ji bo hemû bawerî û çand azad bijîn û aştiya civakî pêk bîne. Weke Platforma Alimên Olî ya Stenbolê em diyar dikin ku em piştgiriyê didin vê banga dîrokî. Em hêvî dikin ku ev pêvajo, ji bo gelên me bi fêyde bê. Em bang li hemû beşên civakê dikin ku ji dil û can aşitiyê hembêz bikin.”