NAVENDA NÛÇEYAN - SOHR’ê ragihand ku di nava 24 saetan de li Sûriyeyê 110 kes hatin qetilkirin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku di nava 24 saetan de li Sûriyeyê 110 kes di encama êrişên çekdarî de hatine qetilkirin.
Herêmên komkujî lê hatine kirin ev der in:
“* Li gundê Hesîbiyê yê Humsê kesek ji aliyê çekdarên desthilata Şamê ve hate kuştin.
* Li Tertûsê 4 kes li gundê Herîsonê, kesek li gundê Eyn Balûcê, 2 kes li gundê Hatiriyê, 13 kes li Taxa Qisûr a Banyasê, 3 kes li gundê Xirbe Senasilê, kesek li gundê Esqbilayê, 4 kes li gundê Tanîtayê, 3 kes li gundê Barmaya yê Banyasê û 2 kes li gundê Qelûiyê bi guleyan hatin kuştin. Li gundê Neqîb jî ji kesek ji ber nakokiyên malbatî hevjîna xwişka xwe, kurê wê û keça wê qetil kirin.
* Sivîlek ku demek berê dema diçû ser karê yê şîrketa Sûriyeyê ya veguhestina petrolê hatibû revandin, li ser rêya Baynas-Cebla ya Kevin kuştî hat dîtin û bi cenazeyî wî hatibû lîstin.
* Li bajarokê Resafa yê Hemayê di nav de 3 zarok û 2 jin, 7 kes bi guleyan hatin kuştin.
*Li gundê Zûbar ê Laziqiyê kesek, li pira gundê Burcanê 6 kes, li gundê Riwêmiyê 4 kes, li gundê Şenbûtînê kesek, li gundê Berabşibwayê 8 kes, li gundê Qebû Ewamiyê 23 kes, li gundê Şerîfa 3 kes û li gundê Mixtariyê 6 kes ji aliyê hêzên desthilata Şamê ve hatin qetilkirin.
* Li Taxa Qudseya ya gundewarê Şamê 3 kes ji aliyê komên çekdar ve hatin kuştin.
* Li Taxa Şêx Ebû Bekir a bajarê Helebê komeke çekdar derengiya şevê bi ser malekê de girtin, bi kêran ciwanek li pêşiya çavê malbata wî qetil kirin.
* Li Taxa Neşwa ya bajarê Hesekê cenazeyê jinekê li mala wê hate dîtin.
* Li derdora bajarokê Kirik ê rojhilatê bajarê Derayê zarokek ji ber teqîna mayînekê ya bermahiyên şer jiyana xwe ji dest da.
* Li bejahiya Sîbêxan ê gundewarê Dêrazorê 2 mêr û 2 jin di encama teqîna bermahiyên şer jiyana xwe ji dest dan. Li gundê Bewatiyê yê rojavayê bajarê Dêrazorê jî 2 jin û mêrek bi heman sedemê hatin kuştin.”