ŞIRNEX-Li navçeya Silopiyayê Esmer Şaîk a 70'ê salî ku bi salan e agirê Newrozê bi tena serê xwe pêdixe û pîroz dike dibêje: "Ez ê îsal agirê Newrozê ji bo aştiyê pêxim."
Li taxa Şehîd Harûn ya girêdayî navçeya Silopiya ya Şirnexê Esmer Şaîk a 70'ê salî bi salan e li hewşa mala xwe agirê Newrozê bi tane serê xwe pêdixe. Dayik Esmer Şaîkê agirê Newrozê ji bo kesên ku di Newrozên sala 1992'yan ên dîrokî yê Şirnex, Cizîr û Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dane pêdixe û wan bibîr tîne. Berevajî pîrozbahiyên Newrozê yên ku bi mîlyonan beşdar dibin ew bi tena serê xwe Newrozê pîroz dike. Esmer Şaîk a ku rojek beriya Newrozê hineyê li destên xwe dike, êvarê bi agirê ku li hewşa mala xwe pêdixe meşaleya xwe pêdixe. Piştre li dora agirê ku bi meşaleyê pêxistiye Newrozê pîroz dike. Serê sibê jî beşdarî pîrozbahiya girseyî ya Newrozê ya li bajêr dibe. Esmer Şaîk a ku bi van pîrozbahiyan re jî sînordar namîne li Amed, Nisêbîn, Cizîr û Silopiyayê beşdarî pîrozbahiyên Newrozê dibe. Esmer Şaîk dixwaze ku îsal jî li her qadên ku Newroz lê tê pîrozkirin amade be.
Esmer Şaîkê behsa Newroza ku li ber mala xwe pîroz dike û wateya çalakiyê kir.
BI TENA SERÊ XWE AGIRÊ NEWROZÊ PÊDIXE'
Esmer Şaîkê diyar kir ku bi salan e bi tena serê xwe Newrozê pîroz dike. Esmer Şaîkê got ku Newroza ku berê bi dizî dihat pîrozkirin niha ji aliyê mîlyonan ve tê pîrozkirin û wiha behsa pîrozbahiya Newrozê ya ku bi tena serê xwe pîroz dike kir: "Her sal êvara Newrozê ez cil û bergên xwe yên herêmî li xwe dikim û paşê li hewşa mala xwe bi tena serê xwe agirê Newrozê pêdixim. Paşê jî ji agirê ku min pêxistî meşaleyekê çêdikim. Bi meşaleya di destê xwe de li dora agir govendê digirim, kilaman distrêm û paşê jî Newrozê pîroz dikim. Ez vî agirî ji bo şehîdên Newrozê pêdixim. Berê wateya Newrozê ji bo me berxwedan bû û me nîşanî dinyayê dida ku em hene. Li taxan me jinan agir pêdixist, li dora agir govend digerand. Pîrozbahiyên Newrozê ku bi yek kesî destpêkirî niha ji aliyê mîlyonan ve tê pîrozkirin.
'NEWROZ ÊDÎ DIBE NAVÊ AŞITIYÊ'
Esmer Şaîkê anî ziman ku ew wateyek taybet dide Newroza ku dê îsal were pîrozkirin û got ku Newroza ku sembola berxwedanê ye îsal tê wateya aştiyê. Esmer Şaîkê got: "Ez hatime vî emrê xwe heta niha em Newrozê pîroz dikin. Newroza îsal banga aştiyê ye. Em hemû xwişk û birayên hev in, em di wê baweriyê de ne ku aştî çêbibe. Em aştiyê dixwazin, em aloziyê naxwazin. Newroza îsal mizgîniya aştiyê ye, ji ber vê yekê em wateyeke din didin vê Newrozê. Em hêvî dikin ku ev Newroz bibe navê aştiyê. Newroz tê wateya berxwedanê, lê êdî Newroz dê bibe navê aştiyê, îsal jî ji bo aştiyê ez ê agirê Newrozê pêbixim, ji bo biratiyê, ji bo aştiyê, li qada Newrozê agir pêbixin û geş bikin."
MA / Zeynep Dûrgût