RIHA - Ciwanan li Rihayê ji bo pîrozbahiya Newrozê ya 20’ê Adarê belavok belav kirin.
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Taxa Baglarbaşi ya navçeya Halîliye ya Rihayê belavokên Newrozê belav kirin. Bi tevlibûna şêniyên taxê re belavkirina belavokan veguherî meşê. Şêniyên taxê, ciwanên belavok belav dikirin bi dirûşmên “Newroz pîroz be”, “PKK gel e gel li vir e” û “Bijî Serok Apo" pêşwazî kirin.
Dê di 20’ê Adarê de li rex Stadyuma 11’ê Nîsanê Newroz were pîrozkirin. Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan dê tev li pîrozbahiyê bibin.