NAVENDA NÛÇEYAN - HSD’ê bi daxuyaniyekê encama êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter parve kir û da zanîn ku êrişên ser herêmê zêde bûne.
Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (HSD) jî li dijî êrişan li ber xwe dide û bersivên tund dide. Navenda Ragihandinê ya HSD’ê têkildarî şer û pevçûnên di nava 24 saetên dawî de qewimîn, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HSD’ê, diyar kir ku piştî rûxandina rejîma Baasê li piraniya herêmên Sûriyeyê şer sekiniye lê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter zêdetirî 3 meh e şer lê didome. HSD’ê da zanîn ku hêzên wan jî bersiva êrişan didin.
ENIYA BENDAVA TIŞRÎNÊ
Bi domdarî HSD’ê ev agahî parve kir: “Balafirên şer duh (Şemiyê) rêzeêriş li derdora bendavê pêk anîn. Ji wan du êriş li avahiyên karkeran ên girêdayî bendavê hatin kirin. Li gundewarê başûrê rojhilatê Minbicê jî êrişên bi obusan nesekinîn. Di encamê de zerarên madî li malên sivîlan bûn. Noqteyeke hêzên me jî bi obusan hat topbarankirin, di encamê de şervanekî me bi sivikî birîndar bû. Dagirker û çeteyên wê hewl dan bi balafireke xwekujî êrişî noqteyeke hêzên me ya li gundewarê bakurê bendavê bike lê Yekîneyên Şehîd Harûn balafira xwekujî xist.
ENIYA QEREQOZAQÊ
Balafirên şer ên dagirkeran gundên Xeseq û Tînayê bombebaran kirin. Balafireke bê mirov a bi çek jî noqteyeke hêzên me kir hedef, ji ber dijwariya gazên teqîna wê du şervanên me sivikî bi jehrî bûn. Tevî êrişên hewayî jî gundên Tîna, Cada, Bîr Hiso, Xeseq, Dîkan, Melha, Sinaa yên derdora bednavê û xaçerêya Sirînê, dîsa girên Sêvê û Qereqozaqê hatin topbarankirin. Deverên navborî bi zêdetirî 60 guleyên obus, tank, roket û hewanan hatin hedefgirtin. Ji ber topbaranê zerarên mezin li mal û milkên şêniyan bûn.
Hêzên me ku bersiva êrişên dagirkeran û çeteyên wê dan, çalakî li dijî baregeh û kozikên wan ên li rojavayê pirê li dar xistin. Agahiyên der barê windahiyan de nehatin bidestxistin.”