NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermendên ku xwe amade dikin ku di pîrozbahiyên Newrozê de derkevin ser dikê, diyar kirin ku ew ê stranên xwe ji bo aştiyê bistirên û her kes vexwendin pîrozbahiyan.
Îsal pîrozbahiyên Newrozê bi sloganên "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Civaka Demokratîk ji bo azadiyê" tê lidarxistin. Li navçeya Licê ya Amedê di 12 'ê Adarê de yekemîn agirê Newrozê hat pêxistin. Her wiha tê payîn ku li sedan bajar, navçe, bajarok, tax û gundan pîrozbahî bên lidarxistin. Hunermendên ku wê di pîrozbahiyên ku bi milyonan kom bibin de derkevin ser dikê, diyar kirin ku wê ji bo aştiyê stranên xwe bibêjin.
'EM Ê STRANÊN XWE AŞTIYÊ BIBÊJIN'
Di pîrozbahiyên ku dê di 23 'ê Adarê de li Stenbolê pêk bên de hunermend Kadîr Çat û Koma Praksis dê derkevin ser dikê. Ji hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Kadîr Çat diyar kir ku Newroza 2025'an xwedî wateyeke dîrokî ye û got, "Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Em hêvîdar in ku bi biharê re wê dawî li komkujî û zilma li van xakan bê anîn."
Çat bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: "Kurd ber bi destketiyeke dîrokî ve diçin. Gelekî girîng e ku banga birêz Ocalan a ji bo pêşvebirina tifaqa Tirk-Kurd û aştiyê bi Newrozê re bibe yek. Em ê bi stranên xwe li qadan aştiyê biqîrin. Gel wê coşa aştiyê bi coşa Newrozê re bike yek.”
Çat da xuyakirin ku ew ê di Newrozê de cara yekemîn li Stenbolê derkeve ser dikê û wiha got: "Em li benda hevalên xwe yên ji aştî û azadiyê bawer dikin, hevrêyên xwe yên bi me re têdikoşin û gelê xwe yê ku di tevahiya dîrokê de li dijî her şêwe polîtîkayên zext, înkar û tinekirinê li ber xwe dane."
JI KOMA PRAKSÎS JI BO NEWROZÊ REPERTUELÊN TAYBET
Endamên Koma Praksîs destnîşan kirin ku Newroz cejna hemû gelên ji bo şoreş, aştî û azadiyê têdikoşin e û gotin, "Me ji bo Newrozê repertuara besteyên xwe amade kirine. Di demên dawî de besteyên me yên wekî ' Azadî , Sînor ' jî hene. Stranên me yên bi coş ên wekî 'Rojên Xweş, Bîyanî' jî hene. Strana 'Ji Zarokên Behrê Heta Zarokên Çiyê' ku me di Newroza Amedê de helbestên Kazim Koyûncû diyarî wan kir, straneke Newrozê ye ku me bi formên Muzîka Derya Reş nivîsandiye. Em ê wî bi kesên beşdarî Newroza Stenbolê bûne re bînin cem hev."
Endamên komê bal kişandin ser girîngiya Newrozê û wiha gotin: “Bi sekna biryardar a welatparêz û şoreşgeran, bi taybetî jî vîna gelê Kurd, Newroz her sal careke din bi ser ket. Îsal em ê werin cem hev û tiştên ku pergalê ji me dizîne bi paş ve bistînin. Newroz bersiva herî baş a li faşîzmê ye, wekhevî, dostanî û biratiya gelan e. Ji bo em li wir bi stran, tîlîlî û sloganan li hev bicivin û coşa xwe li hev belav bikin em ji her kesî re dibêjin 'hayde'."
ORKESTRAYA MA JINÊ JI NEWROZÊ RE AMADE YE
Endama Orkestraya Jin Mayê Hêlîn Kiliçarslan destnîşan kir ku Newroz ji bo Kurdan xwedî girîngiyeke taybet e û wiha got: "Îsal wê bibe saleke qêrîna azadiyê. Wê rojê divê ti kes li malên xwe nemîne û valahiyan dagire.”
Endama Jîn Mayê Evîn Dûlek diyar kir ku Newroz temsîla berxwedan û têkoşîna hebûnê ya Kurdan e û wiha got: "Bi milyonan kes di Newrozê de tên cem hev û dibin yek dil. Ji bo Kurdan temsîla hatina biharê, berxwedanê dike. Newroza îsal piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî wateyeke dîrokî ye. Em ê wê rojê li qadan bin. Divê her kes li wê qadê be. Em ê daxwazên xwe û fikrên xwe yên li ser pêvajoyê bînin ziman."
Endama Jin Mayê Sarya Ertaş da zanîn ku bi coşeke mezin Newrozê pêşwazî dikin û wiha got: “Bi salan e ked tê dayîn aştî û azadî nêz e. Em ê di pêvajoyeke bi vî rengî de li qadan bin. Newroz ku ji bo Kurdan rojeke qedîm e, wê bi xwe re azadî û biharê bîne. Wê bibe roja ku gelê Kurd vîna xwe bîne ziman."