ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku têkildarî hevdîtina bi MHP’ê re dê piştre daxuyaniyeke berfireh bidin. Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Semîh Yalçin jî got: “Hevdîtineke baş bû.”
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dest bi serdanên partiyên siyasî kiribû. Di vê çarçoveyê de şandeya DEM Partiyê bi MHP’ê re hevdîtin kir. Hevdîtin, li Meclisê hat kirin. Di şandeya DEM Partiyê de Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, Serokwekîlê Meclisê yê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît hebûn.
Şande, di saeta hevdîtinê de çû Koma Meclisê ya MHP’ê. Şandeya DEM Partiyê ji hêla Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Semîh Yalçin, Cîgirê Serokê Giştî yê ji Hiqûq û Karûbarên Hilbijartinê Berpirsyar Fetî Yildiz û Cîgirê Serokê Giştî Îsmaîl Faruk Aksu ve hate pêşwazîkirin. Piştî silavdayînê, şande derbasî eywana hevdîtinê bûn.
Piştî hevdîtinê, Tulay Hatîmogûllari û Semîh Yalçin daxuyanî dan.
Ji ewil Tulay Hatîmogûllari axivî û got: “Me têkildarî banga MHP’ê û birêz Abdullah Ocalan û pêvajoyê hevdîtin kir. Em ê daxuyaniya xwe ya berfireh piştî bidawîbûna hevdîtinên îro parve bikin. Em spasiya şandeya MHP’ê dikin ku em qebûl kirin. Heke tenduristiya birêz Devlet Bahçelî baş bûya ew ê îro tev li hevdîtinê bûya. Lê belê ji ber ku tenduristiya wî rê neda, me bi şandeya wî peywirdar kiribû re hevdîtin kir. Em careke din silametiyê jê re dixwazin.”
Semîh Yalçin jî wiha got: “Weke MHP’ê em ê daxuyaniyekê nedin. Lê dixwazim hûn tenê bi vê bizanin, hevdîtineke gelek baş bû.”
Şandeya DEM Partiyê dê saet di 14.00’ê de bi AKP’ê re hevdîtinê bike.