Li Misircê piştî 11 salan Newroz hat pîrozkirin

img

SÊRT - Li Misircê piştî 11 sala Newroz hate pîrozkirin. Bi hezaran kes azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qîriyan. 

Li navçeya Misircê ya Sêrtê piştî 11 salan Newroz hat pîrozkirin. Newroz bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” li Qada Komur Tevziyê ya li TAxa Sumerê hat pîrozkirin. Welatiyên ku ji sê noqteyên lêgerînê derbas bûn, bi tililî, çepik û dirûşman têketin qada Newrozê. Welatî, bi cilûbergên xwe yên Kurdî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran kes tev li bûn. Welatiyên ku li qada Newrozê govend gerandin, bi yekdengî dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. 
 
Li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê Elfesya Kubîlay axivî û got ku Newroz tê wateya aştî, xwişk-biratî û têkoşînê. 
 
CEJNA BEXWEDÊRAN 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Eşref Tekîn di pîrozbahiyê de got ku Newroz cejna berxwedanê ye û bi vê zanebûniyê dê têkoşîna xwe bidomînin. Hevşaredarên Misircê Sadiye Aktîn û Alî riza Bîngol jî Newroza gel pîroz kirin. 
 
Parlamentear DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş jî di pîrozbahiyê de wiha got: “Newroz, ji bo gelê Kurd xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Birêz Ocalan banga aştiyeke birûmet kir. Di serî de jin, vê bangê hêz da me tevan. Yek ji mezintirîn têkoşerê aştiyeke birûmet e. Ev banga birûmet ne tenê ji bo gelê Kurd lê ji bo hemû gelan e. Divê her kes berpirsyartiya xwe bicih bîne û di têkoşînê de cih bigire. Divê em di aştiya sedsalê de cihê xwe bigirin. Newroz, berxwedan e, aştiyeke birûmet e, felsefeyeke. Newroza birêz Abdullah Ocalan pîroz be.” 
 
‘LI ROJHILATA NAVÎN HÊZA HERÎ XURT KURD IN’ 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan jî anî ziman ku gelê Kurd ji bo aştiyeke birûmet têdikoşe û wiha domand: “Duh li Kobanê jin û zarok hatin qetilkirin. Gelo hûn bi vê provokasyonê dixwaze çi bikin? We çi ji zarokên biçûk xwest? Şerê qirêjî didome. Girtin, binçavkirin û komkujî hene. Lê em ê dîsa jî ji bo aştiyeke birûmet têbikoşin.” 
 
Di berdewamê de Ocalan bal kişand ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û axaftina xwe wiha qedand: “Aştî, ji şer zehmettir e. Ev gel bi sala ye ji bo nasname, ziman û çanda xwe têdikoş e. Em bi hev re tora têkoşînê ava bikin. Em bi dîplomasiyeke xurt têbikoşin. Pergala demokrasiyê ya ku em ava dikin dê ji dewletan mezintir be. Divê em li dijî provokasyonên li her qadan hişyar bin. Em li gorî vê gavan biavêjin. Birêz Ocalan ji bo Rojhilata Navîn got; ‘Hêza herî xurt Kurd in.’ Û di avakirina demokrasiyê de Kurd dê pêşengtiyê bikin. Em bi vê zanebûniyê tevbigerin.” 
 
Piştî axaftinan, agirê Newrozê di nav dirûşm, tililî û çepikan hate vêxistin. 
 
Herî dawî jî welatiyan li dora agirê Newrozê govend gerandin. 
 

Sernavên din

16:26 Li Misircê piştî 11 salan Newroz hat pîrozkirin
16:13 DEM Partî têkildarî hevdîtinên şandeyê daxuyaniyê dide
16:12 Hevdîtina DEM Partî û AKP’ê saetek û 50 deqeyan domiya
15:57 Li dijî Til Temirê êrişên dijwar
15:49 Banga dîrokî di Newroza Manîsayê de olan da
15:22 Li Hezexê agirê Newrozê ji hêla jinan hat vêxistin: Divê Ocalan azad bibe
15:13 Ozturk bang li hikûmetê kir: Hûn pêvajoyê sabote dikin
14:24 Li Îdirê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin
14:24 Li Qendîlê SÎHA'yek hate xistin
14:22 DEM Partî çû serdana AKP'ê
14:11 Di navbera Rûsya û Ûkraynayê de êrişên hewayî
14:08 Li Serhedê Newroz: Divê dewlet gavan biavêje
14:03 Rêveberiya Xweser: Lêpirsîna navneteweyî bê vekirin
13:47 Meclisa Jinan a DEM Partiyê têkildarî komkujiya li Berxbotanê daxuyanî da
13:35 Sêweregê daxwaza azadiya Ocalan kir
13:18 Ji ber komkujiya li Berxbotanê çalakî hatin betalkirin
12:57 Serlêdanên ji bo 10’emîn Rojên Şanoyê yên Amedê dest pê kirin
12:45 Piştî DAIŞ’ê vê carê jî Tirkiyeyê li Berxbotanê qetlîam pêk anî
12:19 Xizmên kesên li Kobanê hatin qetilkirin: Divê hesabê vê ji dewleta tirk bê pirsîn
12:12 Piştî hevdîtina DEM Partî û MHP’ê daxuyanî hat dayin
12:10 DEM Partiyê bertek nîşan da: Komkujiya li Kobanê êrişeke biqesdî ye
12:09 Tirkiyeyê rojnamegerê Belçîkayî dersînor kir
11:31 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Newroza Rêbertiya Azad’ derket
11:23 HSD: Dewleta tirk a ku nikare li dijî me pêş bikeve, sivîlan hedef digire
11:19 DFG’ê ji bo danişîna rojnameger Eylem Babayîgît bang kir
11:02 Hevdîtina DEM Partî û MHP’ê dest pê kir
10:56 Li 12 navendan Newroz tê pîrozkirin
10:40 Li Pênciwênê teqîn: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
10:02 Newroz li Geverê wê piştî 10 salan li cihê xwe yê berê bê pîrozkirin
10:02 Li Êlihê beriya Newrozê amadekariyên ji bo cilûbergên Kurdî
09:58 Dayika Aştiyê Dûrrî Kaygûsûz bang li îktîdarê kir: Gav biavêjin
09:49 Li Hewagê 4 ciwan hatin binçavkirin
09:48 Piştî bangê zext giran bûn, girtiyan hişyariya provokasyonan kirin
09:22 Komeleyên herêmî ji bo Newrozê bang kirin: Bila firsenda dîrokî ji dest neçe
09:20 Bedran Çiya Kurd: Rêveberiya Xweser dê bibe xwedî statuyeke taybet
09:01 Hunermend ji bo Newrozê amade ne
09:00 ROJEVA 17’Ê ADARA 2025’AN
08:19 Dewleta tirk li Kobanê komkujî kir: Ji heman malbatê 9 kes qetil kir
16/03/2025
17:24 Klîba strana ‘Newroza Azadî’ hate weşandin
16:23 Îmamoglû: Divê pirsgirêka Kurd li ser zemîna Meclisê bê çareserkirin
16:14 Bîranîna Komkujiya Helebceyê: Em ji bîr nakin û nadin jibîrkirin
16:13 Akademîsyen Çîçek: Meseleya Kurd meseleya gel e
14:57 Bayindir: Ji bo aştiyeke birûmet divê deriyên girtîgehan bên vekirin
14:29 Bakirhan: Bi bangê re meşa me ya demokratîk dest pê kir
13:30 DEM Partî çû serdana DÎSK’ê
12:35 Li Helebceyê merasîma bîranînê dest pê kir
12:00 Di teqîna li Laziqiyê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:54 Li bakurê Makedonyayê herî kêm 50 kes di şewatê de mirin
11:50 Cemîl Bayik: Serkeftina banga Rêber Apo girêdayî gavên Tirkiyeyê ye
11:17 HSD: Êrişên ser herêmê zêde bûn
11:15 Peyama Îmraliyê xwend: Elewî di dilê vê pêvajoyê de ne
10:59 DBP: Divê Komkujiya Helebceyê wek sûcê li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin
10:18 Daxwaza Newrozê: Em dixwazin Abdullah Ocalan di Newrozê de biaxive
10:14 Şahidên Newroza 1992’yan a Nisêbînê: Em deyndarên şehîdên xwe ne
10:12 Beşdarên civînên gel: Divê êdî dewlet gav biavêje
09:39 Rojnamegerên girtî rastî binpêkirinên mafan tên
09:38 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin ber bi azadiyê ve dimeşin’ derket
09:37 Ji DAD Û DÎK’ê banga Newrozê: Em bi hev re Newroza xwe pîroz bikin
09:24 Welatiyê Elewî yê li Sûriyeyê dijî: Em parastineke navneteweyî dixwazin
09:09 Bernameya Newroza Stenbolê diyar bû
09:00 Newroz wê li zêdeyî 100 navendên Ewropayê bê pîrozkirin
09:00 ROJEVA 16’Ê ADARA 2025’AN
08:53 Li Rihayê amadekariyên Newrozê
15/03/2025
16:43 Konferansa 'Rojhilata Navîn û Aştiyê’ hat lidarxistin
16:25 Tevî nexweşiya giran jî nayên berdan!
16:21 DEM Partiyê bi rojeva ‘bangawaziyê'serdana DÎSK’ê kir
15:21 Xizmên windayan: Divê dewlet lêborînê bixwaze
15:07 Li Qada Galatasarayê lı aqûbeta Erîştî hat pirsîn
14:54 Di pîrozbahiyên Newrozê de bang li desthilatê kirin: Gav bavêje
14:17 Li Serhedê agirê Newrozê hat vêxistin: Berpirsiyariya banga dîrokî li ser milê me hemûyan e
13:49 Li Sûriyê di 24 saetan de 33 kes hatin kuştin
13:00 Tevî biryara agirbestê jî êriş didomin
12:37 Sîrîn tê bombebarankirin
12:34 Li 10 navendan pîrozbahiya Newrozê
09:45 Bi Newrozê re kar û barê terziyan jî zêde bû
09:12 Alimê olî Enver Emîrkûlû: Divê dewlet erka xwe pêk bîne
09:09 Krîza aborî ya li Îranê bandor li danûstendina cejnê jî kir
09:07 Bi tena serê xwe Newrozê pîroz dike: Ez ê îsal ji bo aştiyê pêbixim
09:07 Akademîsyen Yasemîn Ozgun: Neavêtina gavan fikaran zêde dike
09:02 ROJEVA 15'Ê ADARA 2025'AN
14/03/2025
16:38 SOHR: Li Sûriyeyê di 24 saetan de 110 kes hatin qetilkirin
15:16 Meclisa Jinan a DEM Partiyê çû serdana Partiya Saadetê
15:05 Ji bo Newrozên li Edene û Mêrsînê banga tevlibûnê hat kirin
14:17 TJA: Dayika Sakîne dê di têkoşîna me de bijî
14:06 MSD: Em danezana destûra bingehîn a hikûmeta demkî red dikin
13:55 Di doza Dayikên Aştiyê de biryara beraetê hat dayin
13:33 Li Curnê Reş agirê Newrozê hat hilkirin: Em ê siyaseta demokratîk mezin bikin
13:20 HSD’ê bîlançoya êrişên dawî aşkera kir
13:10 ÎSÎG: Her sal 60-70 zarok dema dixebitin jiyana xwe ji dest didin
13:09 Serlêdana li dijî astengkirina berdana Mehmet Saît Yildirim hat redkirin
12:55 Zozanên Hozanê bi helîkopteran hate bombebarankirin
12:44 Newroza warê Mazlûm Dogan: Divê Ocalan azad bibe
12:12 Dayika Aştiyê Sakîne Arat bi girseyî hat oxirkirin
12:04 85 Xelatgirên Nobelê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang kirin
11:15 Ciwanê ji qeyûm re got ‘diz’ hate binçavkirin
10:44 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
09:48 Bi ser qedexeya Şirnexê re 9 sal derbas bûn: Hêj jî birîn nehatine dermankirin
09:47 Ji salên 90’î vir ve tevlî Newrozan dibe
09:38 Ji salên 90'î û vir ve pîrozbahiyên Newrozê
09:27 Di pîrozbahiya Newrozê de dirûşma ‘Bijî Serok Apo’