NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo 11 bajarên bakurê Kurdistanê bi koda zer hişyarî kir.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê rapora xwe ya rewşa hewayî ya îro parve kir. Midûriyetê, Wan û Şirnex jî di nav de ji bo gelek cihan hişyariya barînên zêde kir. Li gorî raporê dê li bajarên bakurê Kurdistanê zêde baran bibare. Midûriyetê got ku li bendê ne ku li bakur û rojhilatê Serhedê berf û şilope bibare.
Midûriyetê bajarên Agirî, Bedlîs, Erzirom, Colemêrg, Qers, Mûş, Sêrt, Wan, Şirnex, Erdexan û Îdir bi koda zer hişyar kir.