MÊRDÎN - Di pîrozbahiya Newroza Qoserê de posterên Abdullah Ocalan û Mazlum Dogan hatin hilgirtin.
Pîrozbahiya Newroza Qoser a Mêrdînê didome. Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin. Her wiha welatiyan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mazlum Dogan hilgirtin. Dema poster hatin bilindkirin, girseyê bi yekdengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.