STENBOL - ÎHD’iyan ji Hatîce Onaran re ku ji ber pere ji girtiyan re şandibû hatiye girtin, pere şandin û gotin dê piştevanî û têkoşîna wan bidome.
Kampanyaya Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ku ji bo endama komeleyê Hatîce Onaran ji ber pere ji girtiyan re şandibû bi îdiaya “fînansekirina rêxistinê” hatibû girtin dabû destpêkirin didome. ÎHD’iyan, di çarçoveya kampanyayê de beriya pereyan ji Hatîce Onaranê re bişînin li pêşiya komeleyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Dawî li zexta darazê ya li ser parastvanên mafan bînin. Hatîce Onaran bi tenê nîne” û dovîza “Hatîce Onaran bila were berdan” hilgirtin. Gelek parastvanên mafan tev li daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji hêla endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Mehmet Acettîn ve hate xwendin.
Acettîn, diyar kir ku Hatîce Onaran ji bo mafên girtiyan têdikoşiya û ji hevjîn û 8 girtiyên nexweş re pare şandiye. Acettîn, wiha domand: “Hatîce Onaran, ji 10’ê Cotmeha 2024’an ve li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê tê ragirtin. Cezayê li hevala me hatiye birîn, deraqilî, derwijdanî û derhiqûqî ye. Di qanûnan de hatiye diyarkirin bê ka pereyê ji girtiyan re tê şandin dê çawa were xerckirin.”
'DÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME’
Acettîn, got ku Hatîce Onaran bi salan ji bo mafên tedawî û jiyanê yên girtiyên nexweş têkoşiyaye û axaftina xwe wiha qedand: “Lê ew niha bi xwe yek ji girtiyên nexweş e. 60 salî ye û rapora wê ya ‘ji sedî 79 astengdar e’ heye. Her wiha tedawiya penceşêra kolonê dibîne û rewşa wê giran e. Piştevaniya bi girtiyan re sûc nîne û divê pêdiviyên wan ên sereke ji hêla dewletê ve bên pêşwazîkirin. Heta ku hevala me tê berdan dê piştevanî û têkoşîna me bidome.”
Daxuyanî bi dirûşma “Hatîce Onaran bi tenê nîne” bi dawî bû. Piştî daxuyaniyê, ji bo piştevaniya bi Hatîce Onaran re ji PTT’ê pere li hesaba wê hatin şandin.