AMED - Di pîrozbahiya Newrozê ya biheybet a Amedê de postereke mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qada Newrozê heta gerandin.
Pîrozbahiya Newrozê ya Amedê li Parka Newrozê ya navçeya Rezanê bi dirûşma "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" tê lidarxistin. Pîrozbahiya Newrozê bi coşeke mezin û beşdariya sed hezaran didome. Banga dîrokî ya “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de hate weşandin, mohra xwe li pîrozbahiyê da. Ciwanên li qada Newrozê postereke mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadê gerandin.