AMED - Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ji bo Newroza Amedê peyam şand û got: “Em ê Tirkiyeyeke ku hemû kes li ser bingeha hemwelatiya wekhev dijî bi hev re ava bikin.”
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ji bo Newroza dîrokî ya Amedê peyam şand. Ozel, wiha got: “Amediyên hêja, xwişk û birayên biqîmet; li rexekî li dijî Dehaqan têkoşîn didome û li rexa din jî em Newroza ku mizgîniya biharê ye pîroz dikin. Ev xak xakeke qedîm e ku çand, ziman û baweriyên cuda bi hev re dijîn û piştevanî û hêvî li ser aj daye. Tu zaliman, tu Dehaqan nekarîn biratiya me xerab bikin û dê nekarin... Ji bo her kes li sre vê xakê wekhev û aştiyane bijî dê têkoşîna me bidome. Em ê Tirkiyeyeke ku hemû kes li ser bingeha hemwelatiya wekhev dijî bi hev re ava bikin... Bi van hestan ez Newroza hemû Amediyan pîroz dikim û hêvîdarim bibe wesîleya aştî, biratî û demokrasiyê. Newroz pîroz be.”