NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê YNK’ê Bafil Celal Talabanî ji bo Newroza Amedê peyam şand û got: “Ji bo aştiyeke mayinde em bi destên hev bigirin û ji bo serkeftina Kurdistanê bixebitin.”
Serokê Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Bafil Celal Talabanî ji bo Newroza Amedê peyam şand.
Peyama Talabanî wiha ye: “Bi wesîleya Newroza Kurd û Sersala Kurd ku li heman berxwedana Kerkûkê ku Quds a Kurdistanê ye rast hatiye, Kurdistaniyên dilovan ji dil pîroz dikim, ji her kesî re aştî, aramî û kêfxweşiyê hêvî dikim. Newroz ji bo Kurdan peyama nûbûna ji bo serxwebûn û azadiyê ye, yekitî, hevkarî, xwişk û biratî ye. Hêvîdarim ev Newroz li her derê bibe wesîleya piştgiriya ji bo doza Kurdan, rêxistinbûn û aştiyê. Gelê Kurd gelekî xwedî jiyaneke bi rûmet e, ji bo pêkhatina aştiyeke mayinde em dest bidin hev. Ji bo serketina Kurdistanê bixebitin. Newroz pîroz be, kêfxweş û bi rûmet be."