NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku di nava du rojan de 5 welatiyên xelkê Merîwanê, hatine binçavkirin.
Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku beriya du rojan li Merîwanê 5 welatiyên bi navê Mihemed Eştek, Aram Nîkpeî û Mihemed Nîkpeî yên xelkê gundê Nê, Bîlal û Tehsîn Dardestî yên xelkê gundê Serdoş yên niştecihê Merîwanê, ji aliyê hêzên Wezareta Îstîxbarata Îranê ve hatine binçavkirin. Hat gotin ku her 5 welatî ji ber ku tevlî pîrozbahiya cejna Newrozê bûne, hatine binçavkirin.
Her wiha hat gotin ku heya niha 150 kes ji ber ku tevlî pîrozbahiya Newrozê bûne, ji bo lêpirsînê hatine vexwendin.