ENQERE - Şandeyeke DEM Partî û DBP’ê dê biçe serdana Herêma Federe ya Kurdistanê.
Şandeyeke ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ku ji 6 kesan pêk tê, dê biçe serdana Herêma Federe ya Kurdistanê. Di şandeyê de Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Karên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk û Ebru Gunay, Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Adalet Fîdan di şandeyê de cih digirin. Tê payin ku şande li Herêma Federe ya Kurdistanê bi gelek şexsiyet û nûnerên saziyan re hevdîtinan bikin.