NAVENDA NÛÇEYAN - Li Uludagê di hotêlekê de şewat derket. Li gorî agahiyên destpêkê, kesekî jiyana xwe ji dest da û xebatên ji bo vemirandina şewatê didomin.
Li Uludagê ya Bursayê di hotêlekê de şewat derket. Şewata ku di demekî kin de mezin bû, li tevahiya hotêlê belav bû. Gelek komên agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Şaredarê Bajarê Mezin ê Bursayê Mûstafa Bozbey ragihand ku kesekî jiyana xwe ji dest daye û 4 kes jî hatine xelaskirin.
Xebatên ji bo vemirandina şewatê didomin.