NAVENDA NÛÇEYAN - Li Enqereyê bi ser malan de hate girtin. Velî Saçilik jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Polîsan îro li Enqereyê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de Civaknas Velî Saçilik jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Baroya Enqereyê têkildarî serdegirtinan daxuyanî da û got: “Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê îro bi ser gelek malan de hate girtin û binçavkirî hene. Dozgerê çapemeniyê ragihand ku der heqê 22 kesan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Em pêvajoyê dişopînin.”