ENQERE - Berxwedana xwendekarên zanîngehê ya li ODTU’yê di tevahiya şevê de domiya. Di êrişa polîsan de gelek xwendekar hatin binçavkirin.
Xwendekarên Zanîngeha Teknîkê ya Ortadoguyê (ODTU) ji bo protestokirina binçavkirin û girtinên di çarçoveya lêpirsîna der heqê Şaredariya Bajarê Mezin a Setnbolê de hatine kirin, şevê din jî çalakiyên xwe domandin. Bi sedan xwendekarên ders boykot kirin, di tevahiya şevê de çalakiyên cur bi cur li dar xistin. Di saetên şevê de jî xwendekaran forum li dar xistin. Her wiha kon vedan. Polîsan, di saetên şevê de êrişî konê xwendekaran kirin. Polîsên ku bi guleyên plastîk êriş birin ser xwendekaran, gelek kes binçav kirin.