NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku mamostaya zimanê kurdî Sirwe Pûr Mihemedî ji aliyê rejîma Îranê ve bi 5 sal cezayê girtîgehê hatiye cezakirin. Sirwe ji aliyê dadgeha Sineyê ve hatiye agahdarkirin ku xwe radest bike.
Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HERANA) ragihand ku mamostaya zimanê kurdî û çalakvana sivîl Sirwe Pûr Mihemedî, ji aliyê rejîma Îranê ve bi cezayê girtîgehê hat cezakirin.
Hat diyarkirin ku Sirwe Mihemedî bi tometa "avakirina komên ji bo têkdana asayîşa giştî" ji aliyê liqa yekem a Dadgeha Şoreşê ya Sine û Dadgeha Temyîzê ve, 5 sal ceza lê hatiye birîn.
HERANA da zanîn ku mamostaya zimanê kurdî Sirwe Pûr Mihemedî ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Sine ve hatiye agahdarkirin ku xwe radest bike.
Hêjayî gotinê ye ku di 29’ê Çileya 2023’yan de mamostaya zimanê kurdî, çalakvana sivîl û endama Komeleya Rewşenbîrên Nujîn Sirwe Pûr Mihemedî, ji aliyê hêzên îdarî yên Îtlaatê ya bajarê Sine ve bêyî fermana dadwer hat binçavkirin. Piştî 16 rojan bi şêweyê demkî hate berdan. Di Mijdara 2024’an de di runiştina dozê de, bi 5 sal cezayê girtîgehê hate mehkûmkirin.