Agirî - Cotkarên li Agirî ku neçar man fatoreya avê ya ji 240 TL'yî bidin û gundiyan nerazîbûn nîşanî DSÎ dan û gotin, "Ava me bi pereyan difiroşin me."
Karê Avê ya Dewletê (DSÎ) li ser çemê Dodo bendava Yazici çêkir û piştre ji bo avdana 16 gundan ‘Yekitiya Avdanê ya Yazici’ hat avakirin. Bi avakirina Yekitiya Avdanê ya Yazici ve gundiyan derfet dîtin ku zeviyên xwe av bidin. Ji ber avdanê ji bo her donimek erd 240 TL pere tê xwestin û ji bo qadên din jî 400 TL pere tê xwestin. Bi vî avayî ava derdorê xistin bin destê xwe welatiyên ku ji çemên derdorê zeviyên xwe av didin jî pere tê xwestin.
DSÎ’YÊ AV XISTIYE TEKELA XWE
Keyayê gundê Aşqele Erkan Încekaya (54), ku di heman deme de cotkariyê dike, diyar kir ku sendîkaya avdanê ya ji aliyê DSÎ'yê ve hatiye avakirin, gel mexdûr kiriye. Încekaya da zanîn ku av yek ji pirsgirêkên girîng ên dema cotkariyê ye û wiha got: "DSÎ bi çêkirina bendava avdanê ya li herêma me re projeya ava çandiniyê çêkir. Di çarçoveya vê projeyê de kanalên avdanê yên sereke û sîstema hîdrofor ava kir. Bi vê sîstemê re plan kir ku avê bibe ser erdên çandiniyê. Piştî vê yekê ava me bi pereyan firote me.”
Încekaya diyar kir ku di çarçoveya projeyê de ji bo sala borî ji cotkarên gundan 240 TL wergirtiye û wiha got: "Mînak proje ji bo erdên gundê Aşqeleyê temam bûye. Bi serê donimek erd 240 TL’yî avê difiroşe. Lê belê proje li gundê Amadê ku li kêleka me ye, bi cih nehat anîn. Kanal ji aliyê Komeleya Avdanê ve nehatin kişandin. Welatiyên li wir dema bi derfetên xwe avê ji qenala avdanê ya sereke digirin, serê her donimî 400 TL'yî dixwazin. Ji vê yekê re 'derveyî qadê' tê gotin. Aliyek 240 TL avê dikire, aliyê din jî bi 400 TL'yî dikire. Piştî vê projeya DSÎ me nikarîbû avê jî ji çemê xwe bigirin. DSÎ dibêje 'ev av ya me ye' û serê her donimî pereyan ji me distîne. Dema ku em ava kaniyê ya ne têkildarî DSÎ'yê û sendîkaya avdanê bi kar tînin jî cezayê pereyan li me dibirin.”
'EM NIKARIN LI SER AXA XWE BIMÎNIN'
Încekaya diyar kir ku ew ji bo 100 donimî 24 hezar TL pere didin û wiha got: "Kesekî ku li derveyî qada avdanê ya 100 donim erd diçîne, neçar e 40 hezar TL pereyê avê bide. Mesrefa me ne tenê av e, di heman demê de tov, gubre, dermanê kêzikan û mesrefên din e. Eger bi vî rengî dewam bike, wê mirov nikaribin cotkariyê bikin. Dema mirov nekarin cotkariyê bikin, wê neçar bin ku koçî metropolên Tirkiyeyê bikin. Ciwanên me niha neçar in koç bikin da ku di înşaetan de bixebitin. Em nikarin li ser axa xwe bimînin. Çem çemê me ye, av ava me ye, lê pere dixwazin. Ev buha hînê ji bo sala 2025'an nehatiye diyarkirin, lê xuya ye wê 300 TL’yî zêdetir bibe."
'EGER BI VÎ RENGÎ DEWAM BIKE WÊ AX VALA BIBE'
Cotkarê bi navê Halît Irmak (62) ê li heman gundî dijî anî ziman ku wî par 25 donim zevî çandiye û 5 hezar 863 TL pereyê avê wergirtiye. Irmak da xuyakirin ku wî berhemên mîna ceh, genim, şekir û gulberoj diçand û wiha axivî: "Dema em li erdê xwe çandiniyê dikin, em ava xwe jî bi pereyan dikirin. DSÎ ava me bi pereyan difiroşe me. Çemê me ye, lê DSÎ li ser çem bendavek çêkir. Ji bo ava ku ji vê bendavê berdide pereyan ji me distîne. Îsal ji bo 25 donim qada min a çandiniyê 6 hezar TL deynê min bû. Dema em dibêjin tov, gubre û av, gelek mesrefên me yên têketinê hene. Eger bi vî rengî dewam bike, em ê neçar in xaka xwe vala bihêlin."
MA / Omer Akin