NAVENDA NÛÇEYAN - Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku rejîma Îranê 3 melayên Kurd binçav kirine.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku rejîma Îranê melayek Kurd binçav kir û cezayê hefsê da melayekî jî. Hate ragihandin ku melayê Kurd ê bi navê Ayet Xulamî li Kirmaşan a rojhilatê Kurdistanê piştî ji bo beşa parastinê ya karûbarên mamostayên olî ya bajar hate vexwendin, hate binçavkirin û ber bi cihekî nediyar ve hate birin. Hate diyarkirin ku Mela Ayet Xulamî li ser tometa “îmzakirina nivîseke têkildarî şermezarkirina cezayê darvekirinê û qetilkirina kolberan” hatiye binçavkirin.
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, destnîşan kir ku melayê Kurd ê bi navê Sabîr Xudamuradî jî duh beriya nimêjê li ber mizgefteke li bajarê Seqizê ji aliyê Dadgeha Taybet a Mamostayên Olî ya Hemedanê ve bi cezayê girtîgehê hate mehkûmkirin. Li gorî agahiyan, rejîma Îranê bi îdiaya “Propagandaya li dijî hikûmetê, têkdana raya giştî û piştevaniya ji bo Serhildana Jin, Jiyan, Azadî” 22 meh cezayê hefsê li mela Xudamuradî biriye.
PÊLA ZEXTAN DEST PÊ KIRIYE
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di demên dawî de rejîma Îranê li dijî melayên Kurd ên li Rojhilat û Îranê pêleke gef û zextan daye destpêkirin. Di vê çarçoveyê de maleyê Kurd Luqman Emînî jî di 21’ê Nîsanê de li bajarê Sineyê li Dadgeha Taybet a ji bo mamostayên olî ya Hemedanê ve hate vexwendin, hate binçavkirin û birin cihekî nediyar.