WAN - Li 3 girtiyên sewqî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Erzînganê hatine kirin, lêgerîna tazî hate ferzkirin. Girtiyên ku ji bo protestokirina sepanê greva birçîbûnê dane destpêkirin, xistin hucreyê.
Li gorî agahiyan, girtiyên bi navên Îsmaîl Barka, Hakkarî Aydogdu û Ertan Oren ku li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê dihatin ragirtin, bêyî daxwaza wan sewqî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Erzînganê hatin kirin. Di têketina girtîgehê de li girtiyan lêgerîna tazî hate ferzkirin. Girtiyên li dijî vê sepanê derketin, hatin derbkirin. Li ser vê yekê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin. Rêveberiya girtîgehê her sê girtî xistin hucreyê. Hat zanîn ku girtî ev 4 roj in di greva birçîbûnê de ne û banga hestiyariyê li rêxistinên mafên mirovan kirin.