ŞIRNEX - Şaredarê AKP'î yê Elkê yê berê Habîp Aşan, otêla ku ji sedî 75 bi piştgiriya Wezareta Çand û Turîzmê çêkiribû, bi 90 milyon TL'yî firot midûriyeta perwerdehiyê.
Li navçeya Elkê ya Şirnexê Wezareta Çand û Turîzmê ji sedî 75 piştgirî dabû Şaredarê AKP'î yê Elkê yê berê Habîp Aşan ku otêlekê çêbike. Aşan di 2023'yan de dest bi çêkirina otêlê kir û di sala 2025'an de temam kir. Lê belê bi hinceta ku mişteriyên wê tune ne, Aşan "Dedeman Otêlê" da ber firotinê.
Derket holê ku Aşan otêla 7 qatî û ji 36 odeyan pêk tê bi 90 milyon TL'yî firotiye Wezareta Perwerdehiyê. Otêla ku bi pereyê dewletê hatibû çêkirin, Aşan ew firot dewletê.
Hat hînkirin ku otêla ku bi 90 milyon TL'yî hatiye firotin, Midûriyeta Perwerdehiyê di meha Nîsanê de ew wekî mala mamosteyan bi kar aniye.
MA / Zeynep Dûrgût