NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyama sersaxiyê ji malbat, dost û hezkiriyên Sirri Sureyya Onder re şand û got: “Ev hêvî tu carî nîvco nayê hiştin. Ji bo me hemûyan ya girîng, divê em vî ruhî biginîn aştiyê. Divê em bi navê Sirri Sureyya Onder tacîdar bikin.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo endamê Şandeya Îmraliyê yê DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder peyamek şand.
Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi vî rengî ye:
"Ji bo bîranîna Sirri Sureyya Onder ê xoşewîst;
Bi wefata Sirri Sureyya Onder ê xoşewîst xemgîniyek kûr ket ser dilê me. Mirovekî pir bi qimet bû. Ewladekî rastteqîn ê gelan bû. Kevneşopiya Anatoliyê û Turkmenan ewladekî xwe yê mezin winda kir. Hemû civakên erdnîgariya me û gelê me rêhevalekî xwe yê mezin winda kir. Ez rêzdariyek mezin nîşanî bîranînê wî didim.
Di banga me ya dawî ku di 27ê Sibatê de hat kirin, hevoka dawî ku me lê zêde kir, bi destê xwe nîşe girtibû. Wî bi xwe xwest vê nîşeyê bixwîne. Li ser navê jiyana aştiyane ya bi hevre ked û jêhatibûnek wî ya mezin hebû. Di aliyê hunera ku geşedanên neyînî bizivîrinê aliyê erenî de xwedî pisporiyeke mezin bû. Ew nasname û çandeke rasteqîn a aştiyê bû. Wî pir baş dizanîbû ku aştî û pêvajoya aştiyê bi me hemûyan dide qezenckirin. Ev xeyal û hezkirineke wî ya pir mezin bû. Ev hêvî tu carî nîvco nayê hiştin. Ji bo me hemûyan ya girîng, divê em vî ruhî biginîn aştiyê. Divê em bi navê Sirri Sureyya Onder tacîdar bikin. Ez careke din li ser bîranîna wî girêdana xwe ya ebedî tînim ziman. Ji bo malbat, dost û heskiriyên wî yên bi qîmet û hemû gelê me ez sersaxiyê dixwazim. Serê me hemûyan sax bî.
Abdullah Ocalan
3 Gulan 2025″