RIHA - Berdevka YPJ'ê Rûksen Mihemed têkildarî konferansa li Qamişloyê got: "Konferans pêngava yekemîn e ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk li Rojhilata Navînê zindî bibe."
Partî û rêxistinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 26’ê Nîsanê de li bajarê Qamişloyê hatin cem hev û “Konferansa Yekrêzî û Helwesta Hevpar a Kurd a Rojavayê” li dar xistin. Nûnerên herçar parçeyên Kurdistanê beşdarî konferansê bûn û di belgeya helwestê de ku hat ragihandin, yekîtiya kurdan hat destnîşankirin. Her wiha tekezî li ser avakirina Sûriyeyeke ku tê de mafên hemû gel û baweriyan û destkeftiyên jinan bên parastin hat kirin.
Berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rûksen Mihemedê têkildarî konferansê û bandorên wê axivî. Rûksen Mihemedê îşaret bi "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de kir û got: "Bang û konferansa ku me piştî wê pêk anî, du gavên ku hev temam dikin. Em dikarin bêjin ku ev konferans berdewamiya pêngava yekemîn e ku ji bo banga Rêber Apo hatiye avêtin."
Rûksen Mihemedê diyar kir ku konferans pêngaveke dîrokî û stratejîk bû û mijarên sereke çareseriya pirsgirêka kurd û nîqaşên yekîtiyê bûn. Rûksen Mihemedê da xuyakirin ku yekîtiya kurdan wê bandorê li yekîtiya gelên li Rojhilata Navînê jî bike û got: "Em dizanin ku em dikarin hemû gelan wekî yekîneyekê bigihînin hev. Jixwe Rêber Apo jî banga vê yekê kiriye. Em dikarin bêjin ku bi vê konferansê re me ji bo azadiya gelan dest bi avêtina gavan kir. Me baweriya her kesê ku beşdarî kongreyê bû dît ku wê rêya Kongreya Neteweyî ya Kurd vebe. Em dikarin bibêjin ku ev konferans di heman demê de gava yekem e ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk li Rojhilata Navînê zindî bike."
Rûksen Mihemedê bal kişand ser geşedanên bi lez ên li Sûriyeyê û got: "Dîzayna ku li Rojhilata Navîn tê kirin, li Sûriyeyê dest pê kir. Hin hêz derketin pêş, hin hêz paşve hatin xistin. Guhertinên pir bi lez çêdibin. Guhertin helbet bandoreke kûr li kurdan dike. Ev konferans di heman demê de bersivek e ji bo krîz, şer û parçebûna li dijî demokrasiyê. Em ê li dijî şer bibin yek û em ê aştî û demokrasiyê ji hemû gelan re bînin."
Rûksen Mihemedê got: "Xeyalên gelek şehîdên me, di 26'ê Nîsanê de li Qamişlo pêk hatin."
Rûksen Mihemedê got: "14 sal in di nava rêveberiya xweser de yên ku hewl didin gel azad bikin û demokratîk bikin, jin bûn. Piştî Şoreşa Rojavayê jin di hemû qadên siyasî, aborî, civakî û parastinê de xwedî ezmûn bûn. Şoreşa Rojavayê bi felsefeya 'Jin, jiyan, azadî' wekî şoreşa jinê hat naskirin. Ev fikra ku jin her tim berbelav bibin, wê bibe pêşeng. Di konferansê de hat destnîşankirin ku divê jin bi mafên xwe cihê xwe bigirin."
Rûksen Mihemedê bal kişand ser wê yekê ku hemû xalên danezana dawî xalên ku herkes li ser wan li hev kirin e û got: "Daxuyaniya dawî wekî fêkiyeke nîqaş û xebateke pir kûr derket holê. 8'ê Adarê ji bo hemû jinan, 21'ê Adarê wekî cejneke fermî ya gelê kurd û qebûlkirina rojên taybet ên êzdiyan wekî cejnên ku hemû gelên Sûriyeyê tê de ne hat qebûlkirin. Ger em biwaxcin hemû gelên Sûriyeyê û her kes tê de be û mafên wan bên naskirin divê em bitêkoşin. Bêyî têkoşîneke xurt ne pêkan e. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vê têkoşînê bi ser ket. Têkoşîna me, têkoşîna ku em û gelên Sûriyeyê bi hev re bi awayekî azad û wekhev bijîn bi xwe ye."
Rûksen Mihemedê da zanîn ku ew amade ne ku bi hemû jinan re jiyana bi hev re ava bikin û wiha dewam kir: "Ya ku dê Sûriyeya nû ava bike jin in. Ji ber vê yekê divê em yekîtî û hevgirtina xwe bi jinên Sûriyeyê re misoger bikin. Ev xebata me wê bandorê li gelên Kurdistanê û tevahiya Rojhilata Navînê bike."
MA / Ceylan Şahînlî