NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerên Vatîkanê ji bo naskirina pergala Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pêşxistina têkiliyan, hate serdana Rêveberiya Xweser û Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re.
Şandeyeke ji nûnerên Vatîkanê ya ku ji Berdevka Rahibên El-Fernînsîskan a El-Meryemîyat Tîrêz Ilyas Kenakirî (Sûriyeyî), Nadya Emîn Xalî (Misrî) û Marî Hebîb Kîroz (Lubnanî) pêk tê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Însiyatîfa Parêzeran a Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê li bajarê Qamişlo kir. Bi şandeyê re Berdevkê Meclisa Dêrên Xiristiyanan li Helebê û Endamê Meclisa Ol û Baweriyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Armîn Mardo û Nûnerê Meclisa Olan a Xiristiyanan li Reqayê Kirakyos Qilayîcyan jî hebûn.
Şandeyê îro dest bi serdanên xwe kir. Şandeyê da zanîn ku ji bo naskirina sîstema Rêveberiya Xweser a Demokratîk, mekanîzmeya xebatê û avakirina têkiliyan hatiye herêmê.
Şande li Daîreya Têkiliyên Derve ji aliyê Hevserokên Daîreyê Têkiliyên Derve Îlham Ehmed û Fener Giêt, her du cîgirên wan Gulistan Elî û Robêl Beho ve hatin pêşwazîkirin. Rûniştina şandê ji çapemeniyê girtî pêk hat. Di dawiyê de şandeyê diyarî pêşkêşî daîreyê kir û rêveberiya daîreyê jî ji bo bîranînê diyarî dane şandeyê.
Piştre şandeyê berê xwe da navenda însiyatîfê, li wir ji aliyê Berdevkê Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzende Munzur û endamên înîsiyatîfê Necah Gulo û Fûad Çolî, Hevserokê Înîsiyatîfa Parêzeran a Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Mihemed Emîn Niêmî û endamên înîsiyatîfê Beşîra Cemal El-Dîn û Rovend Xelef ve hatin pêşwazîkirin.
‘EM BI FIKRÊN RÊBER APO GIHIŞTIN SERFIRAZIYÊ’
Di serdanê de Ferzende Muzur bal kişand ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan û diyar kir ku daxwaza Abdullah Ocalan a mirovahî, xwişk-biratî û hezkirinê ye lê dewleta Tirk hîn jî li hemberî bangê gav neavêtiye. Beşîra Cemal El-Dîn jî da zanîn ku Abdullah Ocalan bi fikra xwe hemû jin ji pêkhateyên cuda li herêmê li hev civandine, ew bi destekê destkeftiyên ku bi destxistinê ava dikin û bi destê din jî li hemberî êrîş û gefên dewleta Tirk parastina xwe dikin. Necah Gulo jî destnîşan kir ku girêdana wan bi ramanên Rêber Apo hiştiye ew bigihêjin asteke serfiraziyê, ew ji doza xwe ti car venagerin û heta dawiyê wê têkoşîn bikin.
PARÊZNAMEYÊN OCALAN DAN ŞANDEYÊ
Her sê rahiban jî kêfxweşiya xwe ya dîtina xwişk-biratiyê di navbera gelan li herêmê anîn ziman. Înîsiyatîfan diyarî û her 5 paraznameyên Abdullah Ocalan dan şandeyê.
Dê îro şande biçe serdana Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomasî û Meclisa Ol û Baweriyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Sibe jî gera xwe bi serdana Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Partiya Yekitiya Suryanî bi dawî bike.