MÊRSÎN - Ahmet Gucenmez ê DEM Partiyî ku di bîranîna Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan de hatibû binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hate berdan.
Ji rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Mêrsînê Ahmet Gucenmez, duh di bîranîna pêşengên şoreşger ên Nifşê 68’an Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan de li Mêrsînê hatibû biçavkirin.
Gucenmez, piştî karûbarê îfadegirtinê yê li emniyetê, îro sewqî Edliyeya Mêrsînê hate kirin. Dozgeriyê, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê”Gucenmez bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayên Sulhê kir. Dadgehê, Gucenmez bi şertê kontrola edlî berda.
Polîsan duh di bîranîna sê pêşengên şoreşger de bi hinceta “biryara qedexeyê heye”, hejmara 49’emîn a Kovara Demokratîk Modernîteyê desteser kirin. Gucenmez jî bi hinceta ku kovar pê re ye binçav kiribûn.