STENBOL - Rojnameger Furkan Karabey ji ber parvekirinên ser medyaya dijîtal û nûçeyên çêkirî hate girtin.
Rojnameger Furkan Karabay îro di danê sibehê de li Stenbolê bi hinceta vîdeoyeke li ser YouTubeyê amade kirî û parvekirinên li ser medyaya dijîtal, bi îdiayên “heqaret li serokkomar kiriye” û “kesên di têkoşîna li dijî terorê de cih girtin hedef nîşan daye” hate binçavkirin. Karabay, piştî karûbarên îfadegirtinê yên li emniyetê, sewqî Edliyeya Stenbolê hate kirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hate kirin. Karabay, hate girtin.