ÊLIH - Bavê Îpek Erê Fuat Er di danişîna doza çawişê pispor Mûsa Orhan de axivî û got: “Orhan, ji keça min re got; ‘Li pişt min dewlet heye, tu kes nikare xwe têkilî min bike.’ Ji min re jî got; ‘Hûn nikarin tu tiştekî bikin.’ Ji roja ewil heta niha dewlet li pişta wî ye.”
Danişîna ewil a doza Mûsa Orhan ku li navçeya Qûbînê ya Êlihê destdirêjî li Îpek Er a 18 salî kir û bû sedema mirina wê û bi sûcê “Kesek arastayî mirinê kiriye û întîhar hatiye kirin” tê darizandin, li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Êlihê hat lidarxistin.
BAV ER: ÊDÎ BAWERIYA MIN A BI EDALETÊ NEMAYE
Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî bavê Îpek Erê, Fûat Er axivî û got: “Mûsa Orhan niha li derve destên xwe dihejîne û bi serbestî digere. Baweriya min a bi edaletê nemaye. Pêvajoya darizandinê dirêj ajot û Mûsa Orhan bi keyfxweşî li derve digere. Ev yek nîşan dide ku edalet pêk nehatiye. Ji roja wefata keça xwe heta niha piştgiriya psîkolojîk digirim. Der heqê 2 çawişên pispor ên hevkarî bi Mûsa Orhan re kirin, tu tiştek nehate kirin. Ew hêj li ser peywira xwe ne. Tenê cihê peywira wan hate guherandin. Her kî ji mirina keça min berpirsyar bin, ez ji wan gilîdar im. Li Tirkiyeyê edalet pêk nehatiye. Serokkomar, wezîr ji vê berpirsyar in. Du roj beriya întîharê, keça min ji min re got; ‘Du hevalên wî gef li min xwarin, ev kes çekdar in, peywirdarên cemaweriyê ne, ez xistim xefikê, malên wan dizanim ez ê nîşanî te bidim, ez ditirsim tiştekî bi we bikin, lewma min heta niha dengê xwe dernexist, Mûsa Orhan bi wêneyên di destê xwe de gef li min xwar.’ Mûsa Orhan ji keça min re got; ‘Li pişt min dewlet heye, tu kes nikare xwe têkilî min bike.’ Ji min re jî got; ‘Hûn bêxwedî ne û nikarin tu tiştekî bikin.’ Bi rastî jî ji roja ewil heta niha dewlet li pişta wî ye.”
Dayik Hîkmet Er jî bertek nîşanî darizandina negirtî ya Mûsa Orhan da. Hîkmet Er, got: “Keça min 2 roj beriya mirina xwe bi min re axivî. Ji min re got; ‘Mûsa Orhan hebên tiryakê dan min, bi çekê gef xwar, wêneyên min ên tazî kişand, bi van wêneyan gef li min xwar.’ Gef li kurê min Hakan jî xwariye. Beriya mirina keça min jî piştre jî bi baweriya ji peywirdariya cemaweriyê gef li me xwar. Dema Mûsa Orhan tehliye bûy, keça min pora xwe bi temamî birî. Got ku jiyana wê tarî bûye. 10 deqeyan beriya mirina xwe ji bo birayê xwe yê şivan şorbe amade kir, got ku dê tevî birayê xwe bixwe. Dema em ji bo dotina pez diçûn, dengê çekan hat. Gotina wê ya dawî ev bû; ‘Dayê, pora min vemale.’ Ez ji bo keça xwe edaletê dixwazim, edaletê. Min soz da keça xwe ku dê heta dawiyê dev ji vê dozê bernedim. Bila tavilê bê girtin.”
Danişîna dozê bi parastinên parêzeran didome.