BALIKESÎR - Ahmet Tekîn ku 31 sal bûn di girtîgehê de, hate berdan.
Ahmet Tekîn (66) ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Bandirma ya Balikesîrê dihat ragirtin, piştî 31 salan hate berdan. Tekîn, li pêşiya girtîgehê ji hêla endamên malbata xwe û rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê ve hate pêşwazîkirin.
Tekîn, li pêşiya girtîgehê daxuyaniyeke kin da. Tekîn, bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Rêber Apo pêvajo da destpêkirin û em jî piştgiriyê didin. Heke dewlet gavên pêwîst biavêje, li gorî min dê pêşketineke baş çêbibe.”
Hat zanîn ku Tekîn dê sibe tevî malbata xwe derbasî Mêrsînê bibe.
AHMET TEKÎN KÎ YE?
Ahmet Tekîn, di sala 1993’yan de li Mêrsînê hate binçavkirin û piştre hate girtin. Piştre jî bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê lê hate birîn. Di vê pêvajoyê de li Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê û Girtîgeha Kirikkaleyê ma. Piştre jî sewqî Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Bandirma a Balikesîrê. Tekîn ku di sala 2004’an de hate berdan, di sala 2005’an de bi hinceta “cezayê te xelet hatiye hesabkirin” dîsa hate girtin.